Gelek bajar ji bo îradeya Wanê li ser piyane

  • 22:26 2 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek bajarên ku guh dan banga DEM partiyê, daxuyanî dan û çalakiyên deng derxistinê pêk anîn.
 
Bertekên li dijî hewldana darbeya li hember hevşaredarê bajarê mezin yê Wanê Abdullah Zeydan didomin. Lig elek bajarî gel çalakiya deng derxistin pêk anîn û daxuyanî dan.
 
Amed
 
Li Amedê gel guh dan banga DEM partiyê û saet di 21.00’ê de çalakiya deng derxisitnê pêk anîn. Li Rezan gel derketin şaneşînan û çalakî pêk anîn. 
 
Mêrdîn
 
Li Mêrdînê jî çalakiyên temirandina lambeyan pêk hat û daxuyanî hatin dayîn. Li Nisêbînê li ber DEM partiyê daxuyaniyek hat dayîn û darbeya li hember şaredarê Wanê hat protestokirin.
 
Li Artukluyê jî daxuyaniyek hat dayîn. Parlamentera Mêrdînê axivî û da zanîn ku wê xwedî li îradeya xwe derkevin.
 
Semsûr
 
Li Semsûrê jî  li Parka Demokrasiyê daxuyaniyek hat dayîn û gelek kes tevli bûn. Hevseroka ÎHD’ê Dîlan Guler li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê daxuyanî xwend û bang li hemû rayagiştî kir ku bertekên xwe nîşan bidin û got divê demildest ji vê biryarê vegerin.
 
Edene
 
Rêxistina DEM Partî ya Edenê li ber Parka Înonu daxuyaniyek da û bertek nîşanê xespkirina hilbijartina li WAnê dan. 
 
Mersîn
 
Li Mersînê jî bi banga DEM Partî ya Mersînê Platforma Ked û Demokraisyê ya Mersînê li Parka Ozgur Çocuk daxuyaniyek dan û xespkirina hilbijartina li Wanê protesto kirin. Di daxuyaniyê de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
 
Hatay
 
DEM Partî ya Wanê jî daxuyaniyek da û xespkirina hilbijartina li Wanê protesto kir. Gelek kes tevli hilbijaritnê bûn. Hevserokê DEM Partî ya Hatayê Naîm Ozbek axivî û da zanîn ku divê desthilatdarî li hember îradeya gel rêzdar be.
 
Colemêrg
 
Li Colemêrg û Geverê jî bi sedan kes ji bo Wanê daketin kolanan û bertek nîşanê rewşê dan.