Rêxistinên hiqûqê: Em rê nadin zîhniyeta qeyûm

  • 22:18 2 Nîsan 2024
  • Rojane
RIHA - Li Curnê Reş DEM Partî di hilbijartinan de bi ser ket lê biyara nûkirina hilbijartinê hat dayîn. Baroya Rihayê û Şaxa OHD’a Rihayê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku biryar berhema zîhniyeta qeyûme û got: “Em ê rê  nedin zîhniyeta qeyûm.”
 
Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê der barê biryara nûkirina hilbijratinên Curnê Reş de daxuyaniyek nivîskî da. 
 
Navenda Mafê Mirovan a Parêzer Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara lijneyê ne derbasdare û dijqanûniye. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê demildest dawî li vê dijhiqûqiyê bê anîn, mazbatayên hevşaredaran bên dayîn. Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew li cem gelê Curnê Reş in.
 
Şaxa OHD’a Rihayê jî daxuyaniyek da û da zanîn ku ewbiryara qeyûm qbûl nakin û ji bo îradeya gelê Curnê Reş wê serî li hemû riyên hiqûqî bidin.