Ji DEM Partiyê ji bo ‘çalakiya deng derxistinê’ bang

  • 20:51 2 Nîsan 2024
  • Rojane
AMED - Rêxistina DEM Partî ya Amedê li dijî hewldana darbeyê ya li Wanê bi çalakiya deng derxistinê ya saet di 21.00’ê de banga protestoyê kirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li dijî hewldana darbeya li hember hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan pêk hatiye banga çalakiya deng derxistinê li gel kir. 
 
DEM Partiyê di daxuyaniyê de diyar kir her şev wê saet di 21.00’ande çalakiya deng derxistinê pêk bê û banga xwedî derketinê kir.