Li Pirxusê deng ji nû ve tên hejmartin

  • 20:44 2 Nîsan 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Li Pirxusê piştî îtiraza YRP'ê, deng ji nû ve tên hejmartin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li bajaroka Pirxus a navçeya Xelat a Bedlîsê bi 9 dengan şaredariyê bi dest xist. Lê Partiya Yenîden Refahê (YRP) îtiraz kir û îtiraza wê ji alijiyê Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hat qebûlkirin. Lijneyê xwest hemû deng ji nû ve bên hejmartin.
 
Hejmartina dengan li Edliyeya Xelatê ji nû ve tên hejmartin.