Rojnameger Evîn Buldan hat bibîranîn

  • 15:48 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Di pêşengiya MKG û DFG'ê de rojnameger Evîn Buldan a di sala 2017'an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe hat bibîranîn.
 
Edîtora Rojnameya Rojeva Medya Evîn Buldan a di sala 2017’an de li Amedê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, di 7’emîn salvegera jidestdayîna jiyana xwe de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ser gora xwe hat bîranîn. Endamên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) li Goristana Bajêrge hatin cem hev. Rêveberiya Rêxistina Navçeya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parlamenterên DEM Partiyê  yên Colemêrgê Oznur Bartin, Onur Duşunmez. Parlamenterê berê yê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saît Dede jî beşdarî bîranînê bûn. Dayik û bavê Evîn ên li Kampa Mexmûrê dijîn nikaribûn beşdarî merasîmê bibin, xizmên wan beşdarî merasîmê bûn. Di bîranînê de pankarta bi wêneyê Evînê û bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” hate vekirin.
 
Di bîranînê de ji bo bîranîna rojnamegerên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre endamê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlûm Engîndenîz axivî.  Mazlum da zanîn ku ew têkoşîna kedkarên çapemeniya azad ên ji bo bibin dengê heqîqetê, tevî şert û mercên dijwar ên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
'Têkoşîna me wê bidome'
 
Mazlûm bal kişand ser zextên ku li kedkarên çapemeniya azad tên kirin û got, “Em çiqasî di bin zextê de bin jî têkoşîna me wê li her qadê bidome. Em careke din soza têkoşîna di şexsê şehîdên çapemeniya azad Apê Musa Anter, Gurbetelî Ersoz û Evîn Buldan de nû dikin û em ê pênûsa şehîdên çapemeniya azad li erdê nehêlin. Em ê berxwedana xwe ya li dijî zilmê bi israr bidomînin û heta ku em yek heqîqeta ku di tariyê de jî maye derxin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Em şehîdên xwe yên çapemeniyê bi bîr tînin'
 
Endama MKG'ê û nûçegihana JINNEWS'ê Rabîa Önver ku piştre mafê axaftinê girt jî got: Kevneşopiya çapemeniya azad kevneşopiyeke ku bi îradeya li ber çavan mezin dibe. Xebatkarên çapemeniya azad bi salane bi zext, îşkence û binçavkirinan hewl tê dayîn dengên wan bê qutkirin. Mîna Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Evîn Buldan ku kamerayên xwe li dijî zilmê rakirine em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad bêyî ku serî li ber kesî bitewînin bidomînin. Em di şexsê Evîn Buldan de hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”
 
Li ser navê malbata Evîn Lûtfû Buldan axivî û got, “Têkoşîna Evînê û hevalên wê hê jî rêya me ronî dike. Em bi têkoşîna wan serbilind in. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî piştgiriyê bidin têkoşîna wan."
 
'Em bejna xwe li ber têkoşîna wê ditewînin'
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin, bi bîranîna kedkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Oznurê got, “Hevala min Evîn ji zarokatiya xwe ve li dijî vê pergalê bi malbata xwe re têkoşînek pir pîroz daye. Tevî gelê Kurdistanê û polîtîkaya koçberiyê ya ku malbata Evîn Buldan bi wan re rû bi rû maye, jiyaneke bi rûmet jiyane. Evîn Buldan ji bo azadiya fikir û ramanê têkoşiya.  Evîn weke generalên biçûk ên Apê Musa têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinên li Kurdistanê berdewam kir.  Evînê wekî hevalên xwe yên din  rojnamevan Nûjiyan, Denîz û Gurbetelî kedeke mezin da di çapemeniya azad de. Bi rûyê xwe yê bi ken ji bo hemû gelê Kurdistanê bû mînak. Em li ber têkoşîna wê bejna xwe ditewînin."