Êrişa li Şengalê hat şermezarkirin

  • 15:23 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Serdeştê li cihê êrİş pêk hatiye kombû, nerazîbûn nîşana êrişa hewayî ya dewleta Tirk da. 
 
Dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa Serdeştê ya çiyayê Şengalê wesayîteke sivîl hedef girt û 2 jin birîndar bûn. Xelkê kampa Serdeştê tevî endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), endamên Tevgera Ciwanan, Meclîsa Gel û saziyan li cihê bûyerê kombûn û nerazîbûn nîşana êrişên dewleta Tirk dan. Li ser navê xelkê Serdeştê Endama TAJÊ Neam Îlyas axivî û êrîşê şermezar kir.
 
Neam dazanîn dewleta Tirk dijminên Êzidiyane û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker û xwîn vexwar ya dijminê koka Êzidiyan careke din êrîşê çiyayên me kir. Dewleta Iraq û Barzanî destektê didin van êrîşên Erdoganê faşîst.”
 
Neam rexneyên tund li hikûmeta Sûdanî jî girt û got: “Dibêjin emê çiyayê Şengalê ava bikin, gelo hunê wisa ava bikin? Di nava rojê de li nêzî xelkê di kampandane xist. Ka rêxistinên mafê mirovan, çima dengê xwe nakin? Dema êrişên ser Filîstînê de avê bi balafiran ji wan re dibirin, lê dema êrîş ser me çêbû, kes vêya ji me nekir. Tenê çiyayên me, em parastin. Heya em saxbin, emê terka van çiyayên xwe nekin. Ka dewleta Iraqê li kuderêye. Ew jî piştgiriyê dide van êrîşan. Mala Barzanî hevkarê vê êrişê ye. Ew çi bikin jî emê van çiyayên xwe terk nekin. Hol hola Tawisê Melek e.”
 
Wê di kêliyên pêş de jî xelkê Şengalê li cihê bûyerê kom bibin û nerazîbûn nîşanê êrîşan bidin.