Li Şengalê wesayîtek hate bombebaran kirin: 2 jin birîndar bûn

  • 13:38 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirek bêmirov û biçek a dewleta Tirk, îro di saetên nîvroyê de wesayîdek sivîlan li nêzî mala welatiyeke li Kampa Serdeşta Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Di encama êrişê de 2 jin birîndar bûn.
 
 Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk, îro li derdora saet 12.00’ê li jora kampa Serdeştê wesayîdek sivîlan bombebaran kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balafira dewleta Tirk, wesayîda sivîlan bombebaran kiriye û di encamê de 2 jin birîndar bûne. Birîndaran rakirine nexweşxaneyê.
 
Der barê êrişê de heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji saziyên Şengalê nehatiye.