'Divê herkes ji bo edaletê gavê biavêje'

  • 12:40 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Di Nobeda Edaletê ya li Wanê de hat diyarkirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û herkes ji bo edaletê gavê bibavêje. 
 
Li Wanê di çarçoveya kampanya, "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' de malbatên girtina di pêşeniya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên girtî û Hukumxwaran  (TUAY -DER) Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin. Nobeda malbatan di roja 117'an de îro jî dewam kir. Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dewam dike gelek kesî serdana wê kir.
 
Di çalakiyê de ji bo kesên ku di têkoşîna edaletê de jiyana xwe ji dest dane rêzgirtin hat kirin.
 
'Dê dayik ji bo edalet û aştiyê bibin pira'
 
Zekiye Kaya ya ku tevli çalakiya nobedê bûye diyar kir ku çalakiya wan di roja 117'an de dewam dike û wiha got, "Heta ku gav bê avêtin dê çalakiya me bidome. CPT'ê çav û guhên xwe girtine. Em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Ocalan bang li CPT'ê dikin. Divê herkes ji bo edaletê gavê biavêje. Bila dayik destên xwe yên aştiyê dirêj bikin. Dê dayik ji bo aştî û azadiyê bibin pira."1
 
Çalakvanên ku dirûşmên, "Şehîd namirin"  û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.  Çalakiyê bi stranan dewam kir.