Li Şêx Meqsûdê pîrozbahiya hilbijartinê

  • 11:25 2 Nîsan 2024
  • Rojane
 
HELEB - Ji bo pîrozkirina serkeftinên DEM Partî çalakiyek bi konvoya erebeyan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji aliyê ciwanên şoreşger ve hat orgenîzkirin.
 
Welatiyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê ji bo pîrozkirina serketina DEM Partî  ya li Bakurê Kurdistanê çalakiyek bi erebeyan hat lidarxistin. Konvoy li hemû tax û kolanan hat gerandin û bi dirûşmên "Bijî serkeftina partiya me" , "Bê Serok jiyan nabe" çalakiya xwe domandin.
 
Paşê jî li taxan dîlan hatin gerandin û bi sedan kesî serketina DEM Partî pîroz kirin.