Li Bedlîsê xebatên hilbijartinê

  • 18:08 27 Adar 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Li navçeyên Tetwan, Xîzan û Tatîkê ya Bedlîsê  xebatên DEM Partiyê jia liyê welatiyan ve elqeyek mezin dît.
 
Ji hilbijartinan re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. DEM Partiyê li navçeyên Bedlîsê xebatên xwe meşandin. 
 
Xizan
 
DEM Partî ya  Xîzan a Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe de esnafên navendê û Tatîkê ziyraet kirin. Namzetên Xîzanê Hediye Çetîn Koçman û Kerem Ugur jî tevli serdanê bûn.
Di serdana esnafan de welatiyan eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê dan û govend gerandin. Piştre heyet çû serdana karkerên tekstîlê. 
 
Tetwan
 
Rêxistina DEM Partî ya Tetwanê, esnafên Herêma Sanayiyê ziyaret kirin. Namzeta Tetwanê Bekîza Beştaş Epozdemîr û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç tevli bû. Esnafan eleqeyek mezin nîşanê partiyiyan dan û bi coşek mezin pêşwazî kirin.