Hinceta lêpirsîna derbarê rojnameger Rabîa Onver de hat eşkerekirin

  • 14:05 23 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
COLEMÊRG - Ji ber nûçeya "Li Colemêrgê şerê taybet" ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê ve lêpirsîn derbarê rojnameger Rabîa Onver de hatibû vekirin. Hat hînbûn hinceta lêpirsînê îdiaya "belavkirina agahiyên xelet" e. 
 
Polîsan di 20’ê îlonê de bi ser mala nûçegihana me Rabîa Onver a li navçeya Gever a Colemêrgê dijî de girtin. Hate zanîn ku sedemê zextê nûçeya dosya ya Rabîa ya bi navê “Li Colemêrgê şerê taybet” a têkildarî fihûş û hişbira li Colemêrgê çêkiriye ye. Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi îdiaya “belavkirina agahiyên xelet” lêpirsîn daye destpêkirin û biryara destdanîna ser materyalên dîjîtal wergirtî ye. 
 
OHD'ê daxuyanî da 
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Colemêrgê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev daxuyanî parve kir: “Muwekîla me rojnamevan e û mafê agahî wergirtinê yê gel li ber çavan wergirtiye û rojnamevanî kiriye.
 
Lêgerîna mala wê ya ji ber nûçeyên ku di dema pratîkkirina pîşeyê xwe de û hewldana desteserkirina materyalên wê yên dîjîtal ku di pratîka pîşeyê wê de xwedî girîngiyeke mezin e, nîşan dide ku çapemenî hema ji aliyê darazê ve tê tirsandin. ‘Azadiya çapemeniyê û mafê agahîwergirtinê’ ji bo demokrasiyê nebe nabe ye. Li welatekî ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, hewldana bêdengkirina çapemeniyê ya bi destê darazê darbeya herî giran a li demokrasiyê û baweriya li darazê hatiye dayîne.”
 
OHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi lêpirsîna hatiye destpêkirin azadiya çapemeniyê û azadiya mafê agahîwergirtinê yê gel hatiye binpêkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dixwazin demildest ji vê pêkanînê vegerin û rêgezên giştî yên hiqûqê bên bicihanîn.”