Li Bedlîsê xebatên hilbijartinê 2024-03-27 18:08:00   BEDLÎS - Li navçeyên Tetwan, Xîzan û Tatîkê ya Bedlîsê  xebatên DEM Partiyê jia liyê welatiyan ve elqeyek mezin dît.   Ji hilbijartinan re demek kurt ma û DEM Partî xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. DEM Partiyê li navçeyên Bedlîsê xebatên xwe meşandin.    Xizan   DEM Partî ya  Xîzan a Bedlîsê di çarçoveya xebatên xwe de esnafên navendê û Tatîkê ziyraet kirin. Namzetên Xîzanê Hediye Çetîn Koçman û Kerem Ugur jî tevli serdanê bûn. Di serdana esnafan de welatiyan eleqeyek mezin nîşanê DEM Partiyê dan û govend gerandin. Piştre heyet çû serdana karkerên tekstîlê.    Tetwan   Rêxistina DEM Partî ya Tetwanê, esnafên Herêma Sanayiyê ziyaret kirin. Namzeta Tetwanê Bekîza Beştaş Epozdemîr û parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç tevli bû. Esnafan eleqeyek mezin nîşanê partiyiyan dan û bi coşek mezin pêşwazî kirin.