ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranan a kê ye

  • 14:07 23 Îlon 2024
  • Rojane
 
AMED - ATK’ê di rapora xwe ya têkildarî lêpirsîna Narîn Guran de ku amade kiriye destnîşan kir ku nehat tespîtkirin bê ka şopa diranan a ser destê birayê Narînê Enes Guran a/ê kê ye. 
 
Lêpirsîna Narîn Guran a di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî ya navçeya Rezan a Amedê hatiye qetilkirin berdewam dike. Rapora ATK’ê ya ku derbarê lêkolîna şopa diranan a ser milê birayê Narînê, Enes Guran derket holê. 2’emîn Lijneya Pisporiyê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) destnîşan kir ku dema şopa diranên ser milê birayê Narînê, bi roja winda bûye re li hev tê û wiha got: “Lê belê nehatiye diyarkirin ku kacar şopa diranan a ser milê birayê Narînê Enes Guran şopa diranên Narînê ye yan a birayê wê Enes Guran bi xwe ye.
 
Di raporê de ev tişt hatin gotin: 
 
"*Şopa û teşeya birîna ser milê birayê Narînê Enes Guran û roja Narîn winda bûye li hev tên,
 
* Şopa birînê bi diyarkirina xwe ve dişibe birîna diranan,
 
* Dema rapora şaxa lêkolîna Daîreya Deng û Dîmen a Pisporiya Înformatîk a ATK’ê ,model û şopa devê Yuksel Guran, şopa devê Enes Guran û wêne, dîmenên şopa şewî, daneyên otopsiyên Narîn Guranê berçav tên girtin; 
 
* Dibe ku birîna ser milê Enes Guran ji hêla Yuksel Guran, Enes Guran û Narîn Guranê pêk hatibe lê belê birîn, li gorî pîvanên Yekitiya Bijîşkên Diranan a Edlî ya Amerîkayê (ABFO) di katagoriya ‘5 bêencam’ de ye. Lewma ji şopê nasname nayê diyarkirin,  
 
* Li gorî hemû daneyên di dest de di hêla tibî de hatiye lêkolînkirin ku nayê zanîn bê ka birîna ser dest aîdê Enes Guran, Yuksel Guran an jî Narîn Guranê ye."