Komploya Navneteweyî li Adîgeyê hat şermezarkirin

  • 12:23 14 Sibat 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên ku li Komara Adîgey Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.
 
Kurdên li komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya dimînin, ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.
 
Civîn li avahiya Mala Kurdan a herêmê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi ser navê Meclisa Gel axaftin hat kirin û hat diyar kirin ku dijmin bi girtina Rêber Ocalan xwest Kurdan bê hêz bike, lê belê negihîşt armanca xwe.
 
Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.