Komploya Navneteweyî li Adîgeyê hat şermezarkirin 2024-02-14 12:23:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên ku li Komara Adîgey Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.   Kurdên li komara xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya dimînin, ji bo şermezarkirina 25’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînek li dar xistin.   Civîn li avahiya Mala Kurdan a herêmê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Bi ser navê Meclisa Gel axaftin hat kirin û hat diyar kirin ku dijmin bi girtina Rêber Ocalan xwest Kurdan bê hêz bike, lê belê negihîşt armanca xwe.   Civîn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.