Li Amedê zextên li ser saziyên zimanê Kurdî hatin protestokirin!

  • 17:44 24 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtin û binçavkirinên li hember MED-DER û Payîz Pirtûkê de daxuyanî da û got: “Em dixwazin ku astengiyên li pêş xebatên Kurdî bên rakirin.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, der barê serdegirtina Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Payîz Pirtûkê de, li Deriyê Çiqyê Qada Şêx Seîd daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD), saziyên civaka sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli bûn.  Pankarta ‘Zimanê me hebûna me ye’ hat vekirin û metna daxuyaniyê berdevkê demî yê Hejmar Yek a Egîtîm Senê Faruk Ercan xwend.
 
‘Veguhertin goristana çandê’
 
Di daxuyaniyê de balkişandin ser serdegirtina di saetên sibehê de hatiye kirin û wiha hat gotin: “Me hîn bûn ku saetên serêsibê êrîşê li ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛKê kirin û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER’ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛKê û gelek hevalên me hatin binçavkirin.Me îro bi zelalî fêm kir ku tifaqa AKP-MHP ê bi nêzîkatiyên qedexeker û mêtinger di polîtîkaya xwe ya qirkirinê ya li dijî ziman û çanda Kurd de israr dike. Heta 100 sal berê Anatolya û Mezopotamya erdnîgariyên dewlemend bûn ku ji aliyê pirzimanî û pirçandiyê ve hatibûn pêşxistin, lê ji ber polîtîkayên redkirin û asîmîlasyonê yên 100 salî ev erdnîgariyên qedîm kirin goristana çandî. Sedema krîza ehlaqî û çandî ya ku îro pêş dikeve jî ev e. Ziman û çanda kurdî bi kûrahî û dewlemendiya xwe ya dîrokî ve vejîna herî mezin li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonîst, redkirinê nîşan daye û îro jî weke zimanekî ku nêzî 50 milyon kurdên cîhanê bikar tînin û dijî.”
 
‘Fêdeya van pêkanînan ji kesî re tuneye’
 
Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku nokteya ku faşîzm gihiştiyê, bi polîtîkaya wêran û tûnekirina çandê, bi taybetî jî li dijî çanda Kurdan derdikeve holê. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “ Li rojavayê Tirkiyeyê karker û ciwanên bi kurdî Diaxêvin  tên lînçkirin; Di bin zextên darazê de hewl tê dayîn ku li muzîka kurdî guhdarîkirin û gowend bê girtin, mîna ku sûc be; navên hişyariyê yên ku li cadeyan ji bo peyayan ji aliyê rêveberiyên herêmî ve bi zimanê zikmakî yê gel hatine amadekirin, tên jêbirin û tên astengkirin. Ev pêkanîn û pêkanînên bi vî rengî dê bi kêrî tu kesî û bi taybet bi kêrî hikûmetê nayê. Çawa ku berê bi kêrî tu kesî nehatibû guhertina navên gund û bajarên herêma Kurdistanê û qedexekirina navên kurdî li zarokên xwe. Berovajî vê yekê dê zêdetir zirarê bide aştî û aştiya di navbera gelan de û civakê tengav bike.”
 
‘Tevî polîtîka qirkirinê wê rawestandin tunebe’
 
Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “Ger mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ku îfadeya herî zelal a newekheviya civakî ye, hê jî nayê qebûlkirin û zimanê herî qedîm ê vê erdnîgariyê di meclîsê de weke "Zimanê nenas û nayê zanîn" were pênasekirin, divê li Tirkiyeyê kes behsa hemwelatîbûna wekhev neke.Em hewldana desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ji bo qirkirina gelê Kurd bi qirkirina çand û zimanê Kurdî dibînin. Ya ku tê meşandin faşîzma çandî ye. Kurd bi dehan sal in bi ziman û çandê re têdikoşin. Tevî polîtîkayên qirkirina çandî ku pergala êrîşên nijadî ne jî ev têkoşîn wê ti carî nesekine.
Her civak hebûna xwe li ser ziman û çanda xwe ava dike. Ji holê rakirin, dizîn an jî desteserkirina vî mafî hem îmkanên demokrasiyê û hem jî yên aştiyê ji holê radike.”
 
‘Bila astengî bên rakirin’
 
Daxuyanî wiha bidawî bû: “Ji ber vê yekê em bang li hikûmeta AKP-MHPê dikin ku dev ji polîtîkayên li ser ziman û çanda Kurdî berde, ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê, Tirk, Kurd,Erep,Laz,Çerkez û hemû gelên din. Di hawîrdoreke aştî, demokrasî û dewlemendiyê de bijîn û aştiya civakî ji nû ve ava bikin. Dîsa em weke hêzên ked û demokrasiyê daxwaz dikin ku hevalên me yên îro saetê serê sibê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin û li ser çand û zimanê Kurdî xebatên xwe dimeşînin demildest serbest bên berdan û astengiyên li pêşiya xebata wan bên rakirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’, ‘bê Kurdî jiyan nabe’, ‘zimanê me rumeta me ye’ bidawî bû.