Ji Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya panela ‘di olan de jin’

  • 19:00 24 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk paneleke diyalogê ya bi navê "Jin di olan de" pêk anî.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongreya Îslama Demokratîk ên kantona Tebqayê panela diyalogê bi navê "di olan de jin " li dar xist. Di panelê de bal kişand ser cihê  jinan a di olan de.
 
Panel li hola Meclisa Olî ya Meqasim Xerbiye ya Tebqayê hat dayîn. Di panelê de bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Olî û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê beşdar bûn.
 
Mijara yekemîn a li ser jin di civaka xwezayî de ji aliyê rêvebera Komîteya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Diya Miqdad ve hat birêvebirin. Di mijarê de hat diyarkirin jinan çandinî û derman dîtiye. Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Huda El Elî mijara duyemîn a li ser şikandina jinan a di olan de xwend. Hudayê got olên Cihû, Xiristiyan û Îslamê jin reş kir.
 
Beşdaran diyar kir ku ol ji bo reşkirina jinan û pêkanîna berjewendiyên hin aliyan hatine bikaranîn. Her wiha wan diyar kir ku Rêveberiya Xweser cihê guncaw ê jinan da wan, nirx û exlaq parastin.