Li Bêgiriyê Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan hat vekirin

  • 16:39 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Bêgirî bi pêşengiya şaredariyê Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan a Sînemxanê hat vekirin.
 
Şaredariya Bêgirî ya Wanê bi vekirina Navenda Jiyan û Hevgirtina Jinan a Sînemxanê dest bi xebatên jinan kir. Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyan a Wanê, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê û gelek welatî beşdarî vekirina navendê bûn.
 
Li navendê ji bilî pêşkêşkirina gelek xizmetên ji bo jinan, dê kurs jî bên lidarxistin. Li navenda ku ji bo jinan cih tê dayîn, psîkolog û civaknas jî ji bo desteka pîşeyî bidin jinan dê bixebitin. Di navendê de dê qursên wek hunerên destan, atolyeyên xalîçeçêkirinê, dirûtin û xişiriyê li dar bixin, zarok dê karibin dema xwe bi lîskê derbas bikin.
 
'Qeyûm berê navendên jinan girtin'
 
Hevşaredarê Bêgirî Hediye Sayiner di vekirinê de axivî û diyar kir ku bi salan e navçe ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin û wiha got: “Dema qeyûm hat pêşî navendên me yên jiyanê girtin. Em jî îro projeyên xwe yên ji ber hatina qeyûman nêvî man bi cih dixin meriyetê."
 
'Em ji bo jinan û ji bo zarokên me yên hatine windakirin van qadan vedikin'
 
Neslîhan Şedal bi bîr xist ku wan 5 sal berê li heman cihî ji bo jinan qadek vekirine, lê ji aliyê qeyûmê tayînkirî ve hatiye girtin. Neslîhanê got, “Îro me bi berxwedan û têkoşîna jinan şaredariyên xwe paşde girtin. Em îro dîsa şaredariyên ku me bi dest xistine pêşkêşî xizmeta jinan dikin. Em van qadan ji bo hemû jinên hatin qetilkirin, zext, tundî û zarokên me yên windakirî vedikin. Heya ku ev qadên me hebin wê jin bi awayekî azad dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo jiyaneke bi rûmet, azad û wekhev di hemû qadên civakê de saziyên xwe vekin û biparêzin."