Li Îranê di mehekê de 16 jin hatin qetilkirin

  • 15:26 24 Îlon 2024
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di nava mehekê de 16 jin, 5 zarok hatin qetilkirin, 11 jin, 7 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Komkujiyên jinan û mirina bi guman gihîştiye asta xeternak, li hemberî tiştên tên jiyîn bêdengiya hikumetê didome.
 
Li Îranê polîtîkayên dijminên jinan li her qadê bandorê li jinan dikin, li welat tundî, mirina bi guman a di bin navê komkujî û întiharê de her roja diçe zêdetir dibe. Li welat di nava mehekê de 16 jin, 5 zarok hatin qetilkirin, 11 jin û 7 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Beşa farisî ya ajansa NûJINHA'yê, daneyên kuştina jin û zarokan a meha tebax û îlonê parve kir. 
 
Tebax
 
21’ê Tebaxê: Li Tahranê jinek 80 salî, ji aliyê destgirtiyê neviya xwe ve hat qetilkirin.
 
22’yê Tebaxê: Li ser riya bejayî ya Hakimiya ya Tahranê, cenazeyê jineke ku nasnameya wê nehat zanîn û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye hat dîtin.
 
23’yê Tebaxê: Li Necefabad ê Esfehanê jinek ji aliyê neviyê xwe ve hat qetilkirin.
 
24’ê Tebaxê: Zarokek 16 salî ya Delganî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina zarok weke întihar ket qeydan.
 
25’ê Tebaxê: Li bajarê Darehshahr ê Îlamê, Shahriyuma ya 17 salî ya bi navê Mobîna Zainivad ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.
 
25’ê Tebaxê: Du jinên ciwan ên di navbera 16-18 salî yên bi navê Mobina Khazaei û Sonia li ber xeta riya hesin a Mehrshahr ya li Karajê bi awayek guman jiyana xwe ji dest dayî hatin dîtin.
 
26’ê Tebaxê: Li Tahranê jinek 65 salî ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.
 
27’ê Tebaxê: Li gundê Shiler Bukan ê girêdayî Miandoab Shima Ramshek a 14 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina Shima Ramshek weke întihar ket qeydan. Hat zanîn ku hewl didan zaroka keç bi zorê bidin zewicandin.
 
27’ê Tebaxê: Jinek ciwan a Tahranî ya 20 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û weke întihar ket qeydan.
 
31’ê Tebaxê: Haniyet Mursali ya ji Mahabadê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Weke întihar ket qeydan.
 
Îlon
 
1’ê Îlonê: Xwendekara tibê ku li wîlayeta Hormozgan perwerdeya xwe temam kir, Zahra Malekî Ghorbanî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.
 
2’yê Îlonê: Jinek koçer li gel hevjîn û kurê xwe yê 4 salî ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. Piştî komkujiyê failan dewarên malbetê jî dizîn.
 
4’ê Îlonê: Li zanîngeha Tahranê erkdara perwerdeyê Yasmîn Rahmetî li gel hevjînê xwe ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin.
 
5’ê Îlonê: Li çolên li herêma Mahan a Kerman jineke navsere bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dayî hate dîtin.
 
7’ê Îlonê: Jinek 36 salî ku nasnameya wê nehat zanîn û li Îlamê dijî, bi awayekî qetilkirî hat dîtin.
 
7’ê Îlonê: Li bajarê Nikşehr Nazanîn Beliçî ya 17 salî ji aliyê mêrê xizmên xwe ve hat qetilkirin.
 
7’ê Îlonêê: Jina ciwan a 17 salî ya bi navê Roya Rigî ku bi zorê dihat xwestin were zewicandin, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da û bûyer weke întihar ket qeydan.
 
8’ê Îlonê: Li eraziyek çandiniyê yê li Lîvana girêdayî navçeya Bandargaz jinek û hevjînê xwe bi guleyê qetilkirî hatin dîtin.
 
8’ê Îlonê: Jinek Efgan a 36 salî li Bakirşehir dijiya, ji aliyê mêrê pê re zewicîbû ve hat qetilkirin.
 
8’ê Îlonê: Jinek parêzer bi navê Soheila Memarî, li ofîsa xwe ya li bajarê Malair ya li eyaleta Hamadan ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.
 
8’ê: Îlonêê: Jinek temenê wê 40 salî ku nasnameya wê nehat zanîn, ji pira Meşhed Sergî ket û jiyana xwe ji dest da.
 
9’ê Îlonê: Girtiya siyasî ya berê Sara Deldar di dema şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin, ji ber enfeksiyona guleyên di beden û serê wê de jiyana xwe ji dest da.
 
9’ê Îlonê: Jinek navsere ya li Arakê dijiya ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
 
9’ê Îlonê: Jina bi navê Narîn Ravan a ji gundê Naçit Bukan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.
 
10’ê Îlonê: Jinek extiyar a li bajarê Ray dijiya, ji aliyê kesên nenas ve hat qetilkirin.
 
10’ê Îlonê: Jina ciwan a bi navê Maryan ku li Tahran dijiya, piştî dawetê rojekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Tê gotin ku Maryan ji dermanê ku xwariye bi jehrê ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
 
11’ê Îlonê: 30 kilometre dûrî gundê Akbarabad Dehreza yê girêdayî bajarê Regan zaroka keç a 3 salî ku du roj winda bûn û zarokek 6 mehî bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.
 
12’yê Îlonê: Jinek 40 salî ku li Tahranê dijiya û paqijiya dibistanekê dikir ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
 
15’ê Îlonê: Jinek ku nasnameya wê nehat zanîn û li Ahvazê dijiya, ji pira çerem a çemê Karun ket û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
 
15’ê Îlonê: Jinek bi navê Ronak (Jiran) weke Tosalipur dihat zanîn xelkê Andimeshk, ji aliyê mêrê ku nedixwest pê re bizewici ve hat qetilkirin.
 
16’ê Îlonê: Li bajarê Benab jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hat qetilkirin, heman kesî dayika hevjîna xwe û birayê hevjîna xwe jî qetil kir.
 
16’ê Îlonê: Yalda Rahimî ya 17 salî ya xelkê gundê Demab ê girêdayî bajarê Baghmalek ê eyaleta Horasan li avahiya ofîsa komîteya alîkariya bajar bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke întihar ket qeydan.
 
17’ê Îlonê: Jinek ciwan a 17 salî ku li Pehra dijiya û bi zorê hatibû zewicandin, piştî zewacê du hefteyan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke întihar ket qeydan.
 
18’ê Îlonê: Zaroka 16 salî ya bi navê Heda Hakimî ku li bajarê Şîno dijiya bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Bûyer weke întihar ket qeydan.
 
19’ê Îlonê: Li Tahranê jinek ciwan a 26 salî ji pira li ser riya bejayî ya Îmam Alî ket û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.