Ji TJA’yê bernameya xwendinê

  • 21:24 13 Sibat 2024
  • Rojane
AMED - TJA’yê der barê hişmendiya zayendê û dîrok jinê de bernameya xwendinê pêk anî.
 
Bi pêşengiya Tevgera Jınen Azad (TJA) li navçeya Sûr a amedê li Navenda Çanda Dîcle Firat nirxandinên ‘Der barê jin û jiyanê de heqîqet’ yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bername pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlametnerên DEM Partiyê, Kmeleya Jinan a Rosa, endamên DEM Partî, DBP’ê û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray di vekirinê de axivî û da zanîn ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan bê şikandin.
Piştî axaftinan dîwan hat hilbijartin û xwendinên ‘der barê jin û jiyanê de heqîqet’ hatin kirin.
 
Bername bi nîqaşan bidawî bû.