Ji TJA’yê bernameya xwendinê 2024-02-13 21:24:05   AMED - TJA’yê der barê hişmendiya zayendê û dîrok jinê de bernameya xwendinê pêk anî.   Bi pêşengiya Tevgera Jınen Azad (TJA) li navçeya Sûr a amedê li Navenda Çanda Dîcle Firat nirxandinên ‘Der barê jin û jiyanê de heqîqet’ yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bername pêk hat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlametnerên DEM Partiyê, Kmeleya Jinan a Rosa, endamên DEM Partî, DBP’ê û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.   Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray di vekirinê de axivî û da zanîn ku wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan bê şikandin. Piştî axaftinan dîwan hat hilbijartin û xwendinên ‘der barê jin û jiyanê de heqîqet’ hatin kirin.   Bername bi nîqaşan bidawî bû.