Ji ESP'ê ji bo piştevaniya bi nobedê re greva birçîbûnê

  • 16:17 23 Çile 2024
  • Rojane
 
 
İSTANBUL - Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê ku çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê ziyaret kir, diyar kir ku wan ji bo hevgirtinê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirine, Hevseroka DAD'ê Kadriye Dogan jî banga guhdarkirina dengê xizmên girtiyan kir.
 
Di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de, li Stenbolê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY- DER) çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakiya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) a Sancaktepe  hat destpêkirin dewam dike. Xizmên girtiyan pêşmalkên bi nivîsa "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Li salona ku çalakî lê hat lidarxistin pankartên bi dirûşmên “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em deng bidin girtîgehan” hatin daliqandin. Çalakiya Nobeda Edaletê îro ji aliyê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û gelek kesî ve hat ziyaretkirin.
 
'Girtiyên şoreşger faşîzmê têk dibin'
 
Endama ESP'ê Zuleyha Mûldûr li Nobeda Edaletê axivî, tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan bi bîr xist û diyar kir ku ev polîtîkaya şerê taybet e. Zuleyhayê anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li girtîgehên din jî belav bûye û got, “Pergala tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê meşandin, ji bo girtiyên cezayên giran ên heta hetayê girtine gav bi gav derbasî girtîgehên tîpa Y û S dibe. Tevî van hemû êrîşan jî girtiyên şoreşger ên di bin tecrîdeke giran de ne, faşîzmê nas nakin û têkoşînê berfireh dikin.
 
Banga hevgirtinê dikin
 
Zuleyhayê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, diyar kir ku ew çalakiyê silav dikin. Zuleyhayê destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê divê hevgirtina li derve bê zêdekirin û got, “Em weke Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê bi vê wesîleyê radigihînin ku ji bo piştevaniya li dijî îşkenceya tecrîdê zêde bikin me dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kiriye. Em bang li hemû aliyên kedkar û gelê xwe dikin ku li dijî darvekirin, şewitandina înfazan, sirgûn, qedexeyên weşanê û îşkenceya tecrîdê hevgirtina xwe mezin bikin, serdana nobedarên edaletê bikin û têkoşînê mezin bikin."
 
'Em rê û kanalên aştiyê vekin'
 
Hevseroka DADÊ Kadriye Dogan ku yek ji kesên ku serdana nobedê kir, anî ziman ku ew weke sazî her tim piştgiriyê didin nobeda Edaletê. Kadriye di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Van dayikên hêja ji bo ku peyama zarokên xwe ji derve re ragihînin di çalaikyê de ne  Em jî wek hemû mirovahiyê pir pê dizanin ku divê em ji bo vê yekê bi hurmet tevbigerin. Ger di civakekê de edalet ji holê rabe û hiqûq hatibe binpêkirin, êdî mirov nikare behsa hebûna rewa ya wê civakê bike. Îro em dibînin ku li Tirkiyeyê her kêlî edalet û hiqûq tê binpêkirin. Bi giştî civak di bin tecrîdê de ye. Belê, tecrîd li giravê dest pê kiriye û li her derê belav bûye. Ji ber vê divê em tecrîdê bişkînin û aştiyê ava bikin. Em careke din diyar dikin ku em bi bedenên ciwan ên di zindanan de li berxwe didin û bi dilê dayikên hêja yên ku peyamên wan distînin û civakî dikin re ne û dibêjin em rê û rêyên aştiyê vekin.”
 
'Ji bo siberoja welat divê em guh bidin dengê dayikan'
 
Herî dawî Kadriye ev bang li hemû civakê kir: “Em dixwazin ji vir bang li hemû civakê bikin. Bila werin guh bidin vî dengî. Ji ber ku ev deng pir bi nirx e. Ev deng dengê wijdan, jin û dayîka ye. Ger dayik tiştekî bêje, divê ev yek pêk were. Heger dengê dayîkan bê paşguhkirin dê ev welat ne xwedî paşeroj be. Divê em guh bidin dengê dayîkan. Dil û guhên me bi dayîkan re ne."
 
Çalakiyê bi stranan dewam kir.