Endamên Yoûng Strûggleyê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê dikin

  • 15:37 23 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina ciwanan a sosyalîst Yoûng Strûggle li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên girtiyên nexweş, li Berlînê çalakiya greva birçîbûnê dide destpêkirin.
 
Yoûng Strûggle di daxuyaniya dayî de, wiha got: “Li dijî binpêkirina mafan û polîtîkaya tecrîda dermirovî ya li girtîgehên dewleta Tirk, ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve greva birçîbûnê didome. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dehan sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û nêzî 3 sal in ti agahî jê nayê girtin. Dewleta Tirk bi girtîgehên Tîpa S û Tîpa Y ku nû hatine çêkirin, tecrîd belavtir kir û bi sedan girtî di hucreyên tecrîdê de tên ragirtin. Bi van êrîşan tê armanckirin îradeya bi hezaran girtiyên siyasî bê şikandin; ev yek hewldana desthilatdariyê ya ji bo fetisandina her cure çirûska berxwedanê ye.”
 
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
 
“Şert û mercên ku girtiyên siyasî têde tên ragirtin, li Elmanyayê jî nayê qebûlkirin. Lewma li girtîgehên Elmanyayê jî berxwedana girtiyên siyasî didome. Beriya çend mehan aktîvîstê Kurd Mazlûm Dora li Girtîgeha Stammheîmê ji bo şert û mercên ku girtiyên Kurd têde tên ragirtin, bên başkirin ket greva birçîbûnê. Îro şoreşgerên Dev-Genç’ê li dijî qanûnên 129a/b a zextkar û desteserkirina mafê tedawiyê yê girtiyê nexweş Îhsan Cîbelîk zêdeyî 300 roj in di greva birçîbûnê de ne.
 
Weke ciwanên sosyalîst em di ferqê de ne ku rewşa li Tirkiyeyê ji ya li Elmanyayê cuda nîne û têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de parçeyekî têkoşîna azadiyê ye. Rastgirî û planên veşartî yên AfD’ê derketin holê û ev yek nîşan dide ku li Elmanyayê faşîzm bi hêz bûye. Şîdeta polîsan jî ya a ku me di demek nêz de di xwepêşandana LLL’ê de dîtî, nîşan dide ku îrade û biryardariya şoreşgerî di hedefê de ye. Lê wê îradeya me neşikê. Em li kudera cîhanê bin, wê berxwedana me li ser piyan be!
 
Li dijî polîtîkaya tecrîdê û ji bo ku em daxwazên girtiyên siyasî ragihînin kolanan û bi armanca piştevaniya bi çalakiyên li dijî tecrîdê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê û greva birçîbûnê ya ku îro hevrêyên me yên ESP’î dan destpêkirin, weke ciwanên sosyalîst em jî wê di navbera 24-26’ê Çileyê de dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan dikin.
 
Em dibêjin, niha dem dema piştevaniya bi girtiyên siyasî re ye û ji hemû girtiyên siyasî re azadî!
 
Em ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê armanca greva xwe ya birçîbûnê û plana xwe ya ji bo 3 rojan eşkere bikin, em bang li hemû sazî û kesayetên bi hestiyar dikin ku beşdarî daxuyaniya me bibin.”
 
Têkildarî daxuyaniya çapemeniyê ev agahî hatin dayîn:
 
“Dîrok: 24’ê Çileya 2024’an
Saet: 12.00
Cih: Oranienplatz (Kreuzberg) - 10999 Berlin.”