Li Amedê dengdayina ji bo tûra duyem dest pê kir

  • 13:49 23 Çile 2024
  • Ramyarî
 
AMED - Pêşhilbijartina tura duyemîn a ji bo diyarkirina bernamzetê mêr ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir. 
 
Tura yekemîn a ji bo diyarkirina endamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 21’ê çileye de hate lidarxistin. Di pêşhilbijartinê de ji endamên jin Serra Bûcak, ji sedî 50+1 deng stend û bû namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê. Komîsyona Pêşhilbijartinê jî endamtiya Bûcakê piştras kir. 
 
Di pêşhilbjartinê de ji bernamzetên mêr tu kesî rêjeya ji sedî 50+1 derbas nekir. Ji bo diyarkirina bernamzetê mêr Dogan Hatûn û Garîp Kandemîr li 17 navçeyan hilbijartin dest pê kir. ji bo diyarkirina namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê eleqeyeke mezin heye. Dê piştî pêşhilbijartinê, namzetên hevşaredariyê bên diyarkirin.
 
Navendên bikaranîna dengan 
 
Bajarê Nû: Eywana Dawetan a Kaplanê ya li Stasyonê 
 
Sûr: Eywana Dawetan a Nîlgunê 
 
Rezan: Eywana Dawetan a Şolenê
 
Peyas: Eywana Manolya ya Kaplan City a li Gazîlerê
 
Dê pêşhilbijartinên 13 navçeyên din, li avahiyên DEM Partiyê yên navçeyan bên lidarxistin.