ESP'ê li Stenbolê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dike

  • 09:06 23 Çile 2024
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Endama Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Gamze Toprak, diyar kir ku ew ê li Rêxistina DEM Partî ya Navçeya Sancaktepe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin û got: "Em ê piştevaniya çalakiya girtiyan bikin. Peyama me zelal e. Em ê bibin dengê grevên birçîbûnê û tecrîdê bişkînin."
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.  
 
Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê wê bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan a ku wê îro dest pê bike, piştgiriyê bide daxwazên ku ji hemû pêkhateyan bi hevgirtina didome. Endama Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Gamze Toprak ji JINNEWS'ê re behsa armanca çalakiya xwe kir.
Çalakî îro dest pê dike 
 
Gamze diyar kir ku ew ê wekî Partiya Sosyalîst a Bindestan û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin û got: "Em ê saet di 12.00'an de li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM' Partî) a navçeya Sancaktepe, li kêleka Dayikên Aştiyê dest bi greva birçîbûnê bikin. Dayikên ku ev demeke dirêje Nobeda Edaletê li dijî desteserkirina mafan û tecrîdê didomîne."
 
'Divê her kes li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bike'
 
Gamze, destnîşan kir ku rejîma qesrê ya faşîst bi hemû amûrên xwe polîtîkayên zext û tirsê didomîne û wiha bi lêv kir: "Her kesê ku li dijî wî derkeve, bi van êrîşan re rû bi rû dimîne. Li derve jî bi girtinê gef li me dixwin, di girtîgehan de tecrîda giran li ser hemû girtiyên şoreşger bi taybet Abdullah Ocalan ferz dikin. Ji mafê nameyan bigire heta qedexekirina şîrovekaran, ji şewitandina înfazan bigire heta pêşîgirtina li mafê dermankirina girtiyên nexweş hemû mafên mirovan tên desteserkirin û îşkence her ku diçe berfirehtir dibe. Dewleta ku dixwaze me li derve bê nefes bihêle, li girtîgehan girtiyên siyasî qetil dike. Ger her kesê ku îtîrazê dike bi çar dîwaran were tehdîtkirin, heke di hucreyan de rastî îşkenceya fîzîkî, tacîza zayendî, tehdîd û heqaretên di maşînên rîngê de bên û di girtîgehê de jî erka her kesê ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind dike."
 
Dest bi greva birçîbûnê dikin
 
Gamze, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser armanca çalakiya xwe: "Çalakiya me ew e ku bêhnekê bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku yek ji eniyên têkoşîna civakî ne. Çalakiya me dê li Stenbolê destê bike û 4 kes û dê 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê pêk bînin. Peyama me zelal e, em ê ji bo bibin dengê girtiyan û tecrîdê bişkînin çalakî li dar dixin. Piştî start dayîna çalakiyê dê li avahiya Rêxistina ESP'ê ya Kadikoyê çalakî bidome. Îro parastina girtiyên welatparêz ên şoreşger ne tenê erka xizmên girtiyan e, di heman demê de erka her kesê bi rûmet e. Em ê peywira xwe bidomînin ku vî dengî li her qadê derxin kolanan. Em ê dengê wan bidin bihîstin, em ê berxwedana yekbûyî mezin bikin û em ê girtiyan bi tenê nehêlin."
 
'Niha dema şikandina tecrîdê ye'
 
Gamze, wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Weke Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan a Stenbolê û SGDF, em bi vê wesîleyê radigihînin ku li dijî îşkenceya tecrîdê em ê piştevaniya xwe mezin bikin ji ber ve jî em dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dikin. Em bang li hemû çeperên kedkar û gelê xwe dikin ku hevgirtinê mezin bikin. Niha dema şikandina tecrîda li hundir û derve ye."