ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 23 Çile 2024
  • Rojev
 
* Qada navneteweyî dosya Epsteîn ku tora îstîsmar û bazirganiya zarokan e, diaxive, bêcezahiştina navê kesên di dosyayê de jî tên veşartin. Parêzer Hediye Gokçe Baykal navê welatiyekî Tirkiyeyê ku di dosyayê de derbas dibe û zarokên winda, têkiliya bi cemaetan re bi bîr xist û got: “Li welat pirsgirêka ewlehiya zarokan heye.” BI DÎMEN 
 
*Mevlude Acar ya hevala koxuşê ya Sakîne Cansiz bû tevli konferansa TJA’yê bibû diyar kir ku têkoşîna jinê ji duh heta îro gelek pêş ketiye û ji bo Sakîneyê jî wiha got: “Min gelek dixwest ku li vê salonê be, bi van jinên xurt re bin, ji her kesî re bikene û ji wê kursiyê dakeve.” BI DÎMÊN 
 
*Endama Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê Gamze Toprak, diyar kir ku ew ê li Rêxistina DEM Partî ya Navçeya Sancaktepe dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin û got: "Em ê piştevaniya çalakiya girtiyan bikin. Peyama me zelal e. Em ê bibin dengê grevên birçîbûnê û tecrîdê bişkînin." BI DÎMEN 
 
*Beriya dawiya meha yekemîn a salê xilas bibe hejmara jinên ku li gelek bajarên welat û di dîrokên cuda de hatin qetilkirin gihişt 17’an. Zêdebûna şîdetê bi polîtîkaya dewletê ve girêdayî ye û aktîvîstên TJA'yê banga têkoşînê li jinan kir.  BI DÎMEN