Li Stenbolê Nobeda Edaletê 41 roj in didome

  • 16:17 22 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê 41 roj in bi serdanan berdewam dike. Îro jî çalakvan û ziyaretvan peyama mezinkirina têkoşînê dan û banga hişyariyê li gel kirin. 
 
Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.  
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê jî bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê di roja 41'emîn de berdewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sancaktepê pêk tê bi serdanan didome. Çalakvanên ku pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe dikin bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Be Serok jiyan nabe” dest bi çalakiya xwe ya îro kirin. 
 
Îro rêveberên DEM Partiyê yên navçeya Sultanbeylî, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û endammên Înîsiyatîfa Piştîvaniyê ya bi Girtiyan re (TDÎ) serdana çalakiyê kirin. 
 
Rêveberê DEM Partiyê yê Sultanbeyli Alamettîn Demîr axivî û daxwaza rakirina tecrîdê kir û got: "Ji bo rakirina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em grevên birçîbûnê ya li girtîgehan silav dikin. Em ê li cem dayikên xwe bin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê bi stranên kurdî berdewam kir.