Li dijî êrişên Tirkiye û Îranê daxwazname pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin

  • 15:23 22 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 110 çalakvan, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan têkildarî êrişên dewleta Tirk û rejîma Îranê yên li ser başûrê Kurdistanê, daxwaznameyek pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin. 
 
L i Rêxistina CDO ya li Silêmaniyê 110 çalakvanên civaka sivîl, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan bi rêya civînek çapemeniyê daxwaznameyek li ser êrişên dewleta Tirk û rejîma Îranê pêşkêşî Parlementoya Iraqê kirin. Naveroka daxwazname ji aliyê Geşe Dara ve hat xwendin.
 
Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: 
 
“Wek li pêş çavên her kesê diyare, gelek sal in her du dewletên Tirkiye û Îran bi berdewam serweriya xak û asîmanê dewleta Iraqê bin pê dikin. Bi taybetî jî li Herêma Kurdistanê van dewletan kengî xwestine, bêyî ku guh bidin yasayên navdewletî û lihevkirinên hevbeş tawan û êrişan dikin.
 
Di 10 salên borî de artêşa Pasdarên Îranê û dewleta Tirk a dagirker bi kîlometran derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê bûne û 215 baregehên leşkerî avakirine. Ev jî binpêkirinek eşkere ye, ji sala 1990’an ta niha zêdetirî 850 welatiyên medenî di êrişên van her du dewletan de şehîd û birîndar bûne.
 
Her du dewletan di nav xaka Herêma Kurdistanê de êrişî gelek saziyên sivîl ên wek balefirxane, mal, bax, mizgeft û nexweşxaneyan kirine. Ji bilî wan jî gelek bax û zeviyên çandiniyê yên welatiyan şewitandine û dagir kirine. Ev êriş bûne sedem beşek mezin jîngeha herêmê xira bibe. Li gor amaran, ji sala 2007 ta 2024’an ziyan bi yek milyon û 800 hezar donim zeviyên çandiniyê gihaye.
 
Em daxwaz ji her sê serokatiyên Iraqê dikin ku girêdayî erkên xwe yên destûrî yên taybet bi parastina xak welatiyên Iraqê bimînin. Li gor madeya 67’an a destûrê tevbigerin. Erkê Hikûmeta Herêma Kurdistan û civaka navdewletiye karên cidî û bilez ji bo pêşîlêgirtin û bi dawîkirina êrişên dijminkarane yên ji aliyê van her du dewletên dagirker yên Îran û Tirkiye ve tê kirina ser xaka Herêm û serweriya Iraqê bikin.”