'Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin'

  • 15:02 22 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ket roja 49'an, bi serdan, çepik û dirûşman dewam kir, peyama "Dawî li tecrîda Îmraliyê bînin" careke din hat dayîn.
 
Nobeda Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Mehkûm re (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan hat destpêkirin, di roja 49'an de berdewam kir. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesî serdana çalakiya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê tê lidarxistin kirin.
 
Eynê Atabay di çalakiya nobedê de axivî û bi bîr xist ku 57 roj in li girtîgehan greva birçîbûnê berdewam dike û wiha dewam kir: "Ev banga me li parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên demokrasiyê, Wezareta Edaletê û rayedarên hikûmetê ye ku gavekê bavêjin. Divê rayedar ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bikevin nava liv û tevgerê. Heta ku ev tecrîd ji Girtîgeha Îmraliyê neyê bidawîkirin, li tu girtîgehan nayê bidawîkirin. Em dixwazin her kes bibe dengê me."
 
Çalakiya nobetê bi tilîlî çepik û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û " Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.