Jinan li Dêrazorê Hevpeymana Civakî xwendin

  • 11:19 22 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Dêrazorê Hevpeymana Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwendin.
 
134 bendên Hevpeymana Civakî di civînekê de li navenda Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Meamêl hate xwendin. Endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li civînê bûn.
 
Beriya civînê seroka Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme El Hisên axivî û got: "Di çarçoveya bersivandina daxwazên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku dixwazin pergaleke demokratîk ji bo Sûriyeya pêşerojê ava bikin, Hevpeymana Civakî hate erêkirin."
 
Piştî xwendina bendên hevpeymanê, jinên beşdar hevpeyman bi erênî nirxandin bi taybet benda têkildarî rêjeya tevlêbûna jinan di saziyan de ku ji sedî 50`î ye.