ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 22 Çile 2024
  • Rojev
 
* Endama Diplomasiyê ya TAJÊ Lava Şengalî, diyar kir Efrîna ku wekî bihuşta li ser erdê dihat pênasekirin Dewleta Tirk û çeteyên wî ev der vegerandin dojeh e û got: "Ev yek li pêşberî çavên cîhanê pêk hat. Herkesî dît lê kesek jî dengê xwe nekir. Sûcên şer pêk hat û kesek jî deng nekir û niha jî nakin." DÎMEN HEYE
 
*Waniyan ku ji bo hilbijartinên herêmî namzetên xwe bi pêşhilbijartinan diyar kirin, diyar kirin ku hedefa wan ev e ku qeyûman bişînin û wiha gotin: “Pîrozbahiya me ya esas di 1’ê Nîsanê de ye.” DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka TUAY-DER’ê Hatîce Guneş der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û Nobetên Edaletê de axivî û banga xwedîderketina çalakiyan li hemû kesî kir. Hatîceyê wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe wê tecrîda li ser civakê jî rabe.” DÎMEN HEYE
 
* Jinan bertek nîşanî qetilkirina  siyasetmedara Kurd û parêzvana mafên jinan a ji bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid dan û wiha gotin:"Tevî dubarekirina van kiryaran ên derheqê jinan lê dîsa jî jina kurd bi vîn û îradeya xwe li hemberî faşizm û siyasetên qirêj dibe bersiv. Ji ber jin bi hêz û erka parastina xwe û civaka xwe radibe û hildaye ser milê xwe. Em bi tundî van kiriyarên derheqê jinan de şermezar dikin û divê hesab ji kujeran were pirsîn." DÎMEN HEYE