'Daxwazên girtiyan bibihîzin'

  • 17:42 21 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ku di roja 48’an de berdewam dike, banga daxwazên girtiyan bibihîzin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin hat kirin.
 
Nobeda Edaletê ya ku li Wanê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ve (TUHAY-DER) û xizmên girtiyan, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Wanê  di roja 48’an de dewam dike. Çalakiya nobetê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê didome. Çalakiya ku îro jî berdewam kir de carekedin peyama ji bo pirsgirêka kurd û şer Îmraliye hat dayîn. 
 
‘Bila daxwazan bibihîzin’
 
Di çalakiyê de Amîne Kaya jî anî ziman ku ji bo çalakiya grevên birçîbûnê bi dawî bibe pêwîste gûh bidin daxwazên girtiya. Amîne, bi lêv kir ku divê girtiyên di girtîhan de demildest bigihîjin azadiya xwe û got: “Daxwazên wan daxwazên me ne. Êşa hemû dayîkan yek e. Divê rayedar demildest gavekî bavêje. Zarokên me ji dûr dixin û sirgûn dikin. Divê demildest ev zext bi dawî bibin. Her wiha divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan jî bê rakirin û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji bo rakirina tecrîdê divê daxwazên wan bibihîzin.”
 
Çalakî, bi serdanan û dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” berdewam kir.