Meclîsa Ciwanan: Têkoşîna me wê bidome

  • 17:27 21 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partî ku der barê potîqayên şerê taybet de daxuyaniya da de, bang kirin ku hemû kes li hemberî polîtîqayên şerê taybet hêstiyar be û bi lêv kir ku ew ê li hemberê vê yekê têkoşîna wan berdewam bike. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi serenava “Li Kurdistanê ji şerê taybet re bes” li taxa Xaçortê daxuyaniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bê hempa” hat daliqandin. Rêxistina DEM Partî ya Wanê û gelek welatiyên taxê piştgiriya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Ciwanan” hat berzkirin. Daxuyaniya kurdî ji hêla endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partî Lorîn Aryen Tûrgût ve, ya tirkî jî ji hêla endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partî Muhammed Berşan Tûran ve hat xwendin. 
 
Lorînê, anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi salan e li bajaran polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û wiha got: “Li bajarê me ye Wan ê ji ev polîtîkayên şerên taybet bi giranî tê pêkanîn. Li kolanên hemû Wanê uyuşturucu bi zanêbûn tê belav kirin. Desthildar dixwaze ciwanên Kurd bigîhîjîn maddeyên uyuşturucu. Wexte em li nava taxan ji dinerin ciwanên me bi wê jahrê dikevin. Em naxwazin ciwanên Kurd mahkûmê wê jêhrê bibin. Em baş dizanin ku; armanca desthildara AKP’ê êw e ku me bêhiş bihelê. Berê li taxên me behsa uyuşturucu nedikirin, lê îro zarokekî 10 salî jî dikare navên maddeyên uyuşturucu bejê. Ev nîşan dide ku sîstem bi zanebûn van maddeyan dixe nava tax û ciwanên mê.” Dema ku ciwan bi jehrê dikevin, li aliyê din aramî û nirxên malbatên me têk diçin. Tê xwestin ku jinên ciwan ji nasname ya xwe jibîr bikin, li hemberî îstîsmarê mexdûr bibin, tacîz û destavêtin normalîze bibe.” 
 
‘Em ê tecrîdê bişkînin û taxên xwe biparêzin’
 
Lorînê, destnîşan kir ku zihniyeta ku ciwanên kurdan dike hedef û zîhniyeta ku politikayên tecrîdê li ser Reberê PKK’ê Abdullah Ocalan ferz dike û wiha pê de çû: “Ji bo vê jî divê baş bê zanîn ku her gotina ku em li dijî şerê taybet dibêjin û her karê ku em di vê çarçoveyê de dimeşînin jî, ji bo şikandina tecrîdê ye. Em bi biryar û hevî ne. Em ê polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê bişkinin. Em ê rê nadin gelê Kürdi, jin û ciwan bikeve xizmeta wê pergalê. Em li vir bang dikin, em ê li dijî çeteyên uyuşturucuya kolanên xwe biparêzin. Îro jî em ê bi gelê xwe re çalakiya nobetê bigirin. Em ji vir bang li gelê xwe dikin. Werin em bi hev re li dijî uyuşturucuya ku bi zanebûn derbasî taxên me dikin em têbikoşin. Li hemberî vê jehra ku ji kolanan heta taxên me, ji taxên me heta malên me belav dibe em dengê xwe bilind bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê dest pê kir. Çalakî heta saetên dereng wê berdewam bike.