TEV-ÇAND’ê li Stûttgartê li dijî asîmîlasyonê panel lidar xist

  • 14:11 21 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Çanda Kurd TEV-ÇAND’ê di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê li dijî asîmîlasyonê panelek lidar xist.
 
Panela bi sernava “jiyana azad, çand û hunera azad” li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stûttgart (NCKD) hate lidarxistin.
 
Organîzatorên FED-DEL’ê jî beşdarî panelê bûn. Her wiha Hozan Şemdîn, Onûr Evîn, Hevserokê FED-GEL’ê Mûrat Kûl, Hevserokê NCKD’ê ya Stûttgartê Mesût Daghan, hunermend Sîmar û Hevberdevkê Komîteya Çandê ya Stûttgartê Tûrgay Arkadaş jî weke axaftvan beşdarî panelê bûn.
 
Hozan Şemdîn axaftina vekirinê ya panelê kir. Hozan Şemdîn diyar kir ku divê xebatên çand û hunerê bigihije girseyên berfireh û got ku divê merasîmên ji bo neteweyên cuda belavtir bibin.
 
Hozan Şemdîn anî ziman ku divê çand û huner ji gel qut nebe û ragihand ku îsal TEV-ÇAND bi rengekî hîn girseyîtir dixebite.
 
Hozan Şemdîn got ku hingî ku xebatên wan bi gel re bibin yek, wê hîn bêhtir pêş bikevin.
 
Onûr Evîn jî diyar kir ku ev panela destpêkê ya pêngava ‘JIYANA AZAD, ÇAND Û HUNERA AZAD’ ku ev pêngav ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve li qada başûr a li Elmanyayê li dijî qirkirin û asîmîlasyona çandî hate destpêkirin.
 
Onûr Evîn destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çanda Kurd, parçeyekî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkayên qirkirinê ye û anî ziman ku ew ê li dijî asîmîlasyonê têkoşînê bidominîn.
 
Panel bi stranên dengbêjiyê yên Hozan Şemdîn bi dawî bû.