Komxebata KASED'ê: Nîşana tifaqa di navbera jinan de

  • 13:00 21 Çile 2024
  • Rojane
 
Roza Metîna 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên xwedî hunerên cuda yên tevlî komxebata KASED'ê ya bi sernavê "Di qada çand û hunerê de têkoşîna jinan" bûn bi cil û bergên xwe yên kurdî bal kişandin ser têkoşîna jinan a di qada çand û hunerê de. Di vê komxebatê de coş û kelecana di dilê jinan de li ser rûyê wan jî xwe dida der. Li vir jinên di girtîgehan de jî nehatin jibîrkirin û nîşana tifaqa di navbera jinan de, derket holê. 
 
Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED), bi sernavê "Di qada çand û hunerê de têkoşîna jinan" komxebatek li dar xist. Komxebat li avahiya Odeya Bazirganî û Senayî ya Amedê (DSTO) pêk hat. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rojnameger, hunermend, şanoger, wêjekar, lîstîkvan, muzîkjen û nûnerên saziyên sivîl tevlî komxebatê bûn. Jin bi kincên xwe kurdewarî û bi kelecaneke xweş, tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de mijarên wekî "Li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna jinên kurd û di qada çand û hunerê de têkoşîn û tecrûbeyên jinan", "Têkoşîna jinan a hebûnê ya di qada çand û hunerê de","Li Kurdistan û Tirkiyeyê azadiya çand û hunerê, nîqaşên rojevan" û "Di qada çand û hunerê de rêbazên berxwedanê û nîqaşên çareseriyê" ji aliyê jinan ve hatin nîqaşkirin. 
 
Tevlîbûna jinan a ji beşên cuda taybetiyek cuda bû 
 
Ji bo tevlîbûna Komxebata "Têkoşîna Jinan a di Qada Çand û Hunerê de" ya bi pêşengiya KASED'ê di 20'ê Çileyê de li Amedê, hat lidarxistin, serê sibehê bi kelecaneke cuda hişyar bûm. Ji bo ez bi derengî nekevim, min ecele kir. Piçekî bi derengî ketim lê belê bernameyê jî dewsa di 9.30'an de dest pê bikiraya ew jî hinekî bi derengî ketibû. Dema çûm qatê bername wê lê bihata lidarxistin min dît ku jin bêtir bi kincên xwe yên kurdî tevlî vê bernameyê bûne. Vê yekê dilê min xweş kir. Çimkî cil û bergên kurdî nasnameya gelê kurd e û bêtir jî jinên kurd xwedî li vê çandê derketine. Li ber derî û li hundur gelek jinên min nas dikirin hebûn û me bi kêfxweşiyekê li hev pirsîn. Jinên rojnameger, nivîskar, helbestkar, siyasetmedar, parêzer, lêkolîner, hunermend, şanoger tevlî vê komxebatê bûbûn. Tevlîbûna jinan a ji beşên cuda taybetiyek cuda li vê komxebatê zêde dikir û jêhatîbûna jinên kurd derdixist holê. Her wiha pankartên bi nivîsên "Jin jiyan azadî", "Jina azad hunera azad" jî li gor rihê Komxebata "Têkoşîna Jinan a di Qada Çand û Hunerê de" bûn. 
 
Tevlîbûna bi cil û bergên kurdî
 
Jinên tevlî komxebatê bûbûn bi cil û bergên xwe yên kurdî yên ku rengekî xweş li vê xebatê zêde dikir, peyama "em li çanda xwe xwedî derdikevin", dan. Ew reng û ahenga li ser rûyên jinan û cil û bergên kurdî yên jinan li xwe kiribûn, hevdu temam dikirin. Tabloya coş û hêviyeke bextewar di dil de dida der. Jinan hem bi cil û bergên kurdî yên li xwe kiribûn peyama parastina çanda kurdî dan hem jî di axaftinên xwe de jî bal kişandin ser têkoşîna bi salan e ji bo cil û bergên kurdî tê dayin. Di heman demê de jî jinan gotin di dîrokê de kurdên bi cil û bergên xwe yên kurdî derketine parlamentoyê piştre hatine daliqandin. Her wiha gelek caran ji ber cil û bergên bi kurdî kurdan îşkence û zehmetî dîtine, heqaret li wan hatine kirin û hatiye xwestin biçûk bên xistin. 
 
Hewldana jinên çapemeniya azad
 
Jinên rojnameger ên tevlî komxebatê bûbûn jî bi hewldana xwe ya ji bo bihîstina dengê jinan a di qada çapemeniyê de, derdiketin pêş. Hinek rojnameger wekî beşdar hinek jî ji bo nûçeyê vê komxebatê çêbikên hatibûn komxebatê. Ew liv û tevgera jinên rojnameger a ji bo kêşana dîmenan, girtina wêneyan û çêkirina nûçeyan hêjayî vegotinê ye. Enerjiyeke xweş dida der dû dora xwe. Di heman demê de jinan hest û ramanên xwe bi rêya çapemeniyê, ji civakê re ragihandin. Girîngî û taybetmendiya çapemeniya azad her wiha rol û mîsyona jinan a di qada çapemeniyê de, di vir de jî derket holê. 
 
Têkoşîna jinan a di qada çand û hunerê de 
 
Axaftina komxebatê ya ewil ji aliyê seroka KASED'ê Salîha Ayata ve hat destpêkirin. Ew kelecan û kenê li ser rûyê Salîhayê bandoreke erênî li ser beşdaran dikir. Jixwe rûyê Salîhayê her tim bi ken e... Li vir Salîhayê bal kişand ser têkoşîna çand û hunerê ya jinan û got;" "Jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de bi taybet di warê çand û hunerê de ji bo hebûna xwe têdikoşin. Ji bo ziman, çand û hunera xwe têkoşîn dan. Li dijî sînor, qedexe û nêzîkatiya hunerê ya serdest a mêr têkoşîn dan. Jinên kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Hîn jî dide meşandin. Ji ber vê yekê em dikarin êdî behsa destkeftiyên jinan bikin û xwe bispêrin mîrateya berxwedanê. Bi vê nêzîkatiyê em ji bo îro dibêjin; Em êdî tenê odeyek ji xwe re naxwazin. Em ji xwe re cih û jiyanekê dixwazin. Em ê ji bo jiyanek azad û wekhev bi çand, huner û zimanê xwe her tim têbikoşin." Piştî axaftina Salîhayê komxebat ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Jinan bi awayekî baldar li axaftinan guhdar dikirin. Lêhûrbûneke girîng a jinan a hêjayî pesindayinê li pêş çavan bû. Vê yekê feyzeke mezin dida mirov. 
 
Jinên di girtîgehan de nehatin jibîrkirin
 
Yek ji mijara din a girîng "Azadîya îfadekirina Hunermendên Kurd ên Çand û Hunerê" bû. Li vir jinan bal kişandin ser şert û mercên li girtîgehan û têkoşîna jinan a li girtîgehan. Hat gotin di nava çar dîwaran de be jî li derve be jî jin her tim berxwedana xwe dewam dikin. Di heman demê de jî rojnameger Neşe Toprak a 13 mehan li Amedê di girtîgehê de mabû bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgehan û têkoşîna wan a li dijî vê yekê. Dema mirov bi awayekî zindî li van serpêhatiyana gundar dike bêtir di bin bandorê de dimîne. Neşe li vir da zanîn dema wan dixwest li hunera xwe xwedî derkevin rêveberiya girtîgehê alav nedidan wan û dixwestin ji vê re bibin asteng loma jî li ser xavikekê wêneyê Jîna Emînî xêz kiriye û dirûşma "Jin jiyan azadî" nivîsandiye. Ev yek jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve wekî "talûkeyekê" hatiye dîtin. Ji vê rastiyê jî xuya dike ku dewlet çiqasî ji dirûşma "Jin jiyan azadî" ditirse û ji xwe re wekî talûkeyê dibîne. Loma jî dema komxebat qediya jinan dîsa dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jinên jêhatî jixwe her tim di dilê dijmin de xofeke mezin ava dikin. 
 
Nîşana tifaqa di navbera jinan de 
 
Em dikarin bêjin ev komxebata hat lidarxistin di heman demê de jî nîşana tifaqa di navbera jinan de ye. Hêza jinan jî nîşan dide. Jinan bi awayekî wêrek û jixwebawer fikir, raman, rexne, pêşniyarên xwe li vir anîn ziman û peyama têkoşîna hevpar a li dijî zihniyeta serdest a mêr dan. Ji vê komxebatê jî diyar bû ku çiqasî pêdivî bi anîna ziman a fikir û ramanên jinan heye. Loma jî herî dawî forumek hat lidarxistin û di vê forumê de jinan bi awayekî berfireh nêrînên xwe anîn ziman. Di komxebatê de sê rûniştin hatin lidarxistin û herî dawî forum hat lidarxistin. Jinan bi derfeta ku ji wan re hat avakirin bal kişandin ser têkoşîna jinên kurd a li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat her wiha bal kişandin ser têkoşîna jinên cîhanê. Her wiha jinan bal kişandin ser tecrîda giran û bandorên wê. Jinan herî dawî jî bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" a li cîhanê belav bûye, bi gotina stranên xwe, bi çepik û tilîliyên xwe komxebat bi dawî kirin.