Li Îdir û Erziromê ji veguhestina hilbijêran re biryara red!

  • 12:43 21 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎDIR/ERZİROM - Partiya DEM’ê yên li Îdir û Erziromê li hemberî veguhestina hilbijêran îtiraz kiribûn û îtîrazên ku kirin hatin redkirin.
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokratiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îdirê, li dijî 2 hezar û 193 hilbijêrên ku beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê Midûriyeta Polîsan a Navendê û qada leşkerî hatiye kirin, nerazîbûn nîşanê Lijneya Hilbijartinê ya Navendî da. Lijneyê, serlêdan red kir.
 
Li Erziromê jî nerazîbû hat redkirin!
 
DEM Partî li navçeya Qereçoban a Erziromê jî li dijî 320 hilbijêrên ku li 3 malan tespît kiribû, li dijî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê nerazîbûn nîşan da. Lê belê ev îtîraz hat redkirin.