'Êrişên li ser Efrînê êrişên li dijî jiyaneke hevpar a azad bû'

  • 09:05 21 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Endama PYD'ê a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd têkildarî salvegera 6'emîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê Efrînê diyar kir ku bêdengiya dewletên navneteweyî nayê qebûlkirin, ev yek tê maneya hevkariya bi dewleta tirk re û wiha got:"Êrişên li ser Efrînê êrişên li dijî jiyaneke hevpar a azad bû. Lê belê tevî dorpêça giran a Hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Şehbayê dîsa jî welatiyên Efrînê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ew tevî hemî alozî û astengiyan hebûna xwe didin îsbatkirin û helwesta me wê her berxwedan be."
 
Ji ser êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yê ji 20'ê Çileya 2018'an 6 sal derbas bûn. Ji roja êriş dest pê kirin heta niha sûcên giran ên mirovahiyê li herêmê pêk hatin. Mirov hatin qetilkirin, hatin binçavkirin, girtin, êriş li wan hatin kirin, bi deh hezaran mirov ji cih û warê xwe hatin kirin. Bi hezaran jin bi tecawizê rû bi rû man. Herî dawî ji bo du jinan biryara îdamê hatibû dayin. Her wiha gelek kes hatin revandin û ji malbatên wan fîdye hatin xwestin. Malbatên ku nikaribûn fîdyeyê bidin zarokên wan hatin qetilkirin. 
 
Li gor çavkaniyên herêmî di pêvajoya 6 salan a dagirkirina Efrînê de 706 kes hatin qetilkirin, hezar û 200 jin û 600 zarok jî di nav de ji 9 hezarî zêdetir sivil ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatin revandin. Bi taybet di demên dawî de komên girêdayî dewleta tirk dîmenên îşkenceyên ku li kurdên li Efrînê dikin li ser rûpelên medyaya dîjîtal parve dikin. 
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd têkildarî 6'emîn salvegera êrişên li ser Efrînê nirxandin kir. Hêvînê da zanîn êriş li dijî pergala hevserokatiyê, nûnertiya wekhev û jiyana hevpar a azad hat kirin û got Efrîn di hiş, mejî û dilê wan de dijî. 
 
'Ji bo têkbirina projeya hevserokatî û wekheviyê êriş birin ser Efrînê'
 
Hêvîn Reşîd diyar kir ku di esasê xwe de êrişên li ser Efrînê êrişên li dijî jiyaneke hevpar a azad bû û wiha got:" Ev 6 sal in ku li ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas dibe. Bajarê Efrînê yê ku bi dîroka xwe tê nasîn di heman demê de bi stratejiya xwe ya çandiniyê û welatiyên xwe yên kedkar dihat nasîn. Her wiha bi darên xwe yên zeytûnê yên bi keda dayik, bav û kalan hatiye çandin dihat nasîn. Piştî aloziya Sûriyeyê li Efrînê Rêveberiya Xweser hat avakirin û li wir gel xwe bi xwe bi rê ve dibir. Gel di hundir bajêr de meclis, komîn û saziyên xwe dan avakirin û sîstema hevserokatiyê bi pêş ket. Lê belê ev yek nehat hesabê dewleta tirk û di bin sîwana bêdengiya dewletên neteweyî de êrişî Efrînê kir. Ji bo têkbirina projeya hevserokatî û wekheviyê êriş birin ser Efrînê. "
 
'Bajarê Efrînê ji bo hemwelatiyên derdora bajêr bûbû wargeha aramiyê'
 
Hêvînê diyar kir ku bajarê Efrînê deriyên xwe ji bo tevahî gelan vekir û bû deriyê aştiyê lê dewleta tirk ew deriyê aştiyê girt û wiha dewam kir:" Beriya ku bajarê Efrînê bihata dagirkirin, bajarê Efrînê ji bo tevahî hemwelatiyên derdora bajêr bûbû wargeha aramiyê. Efrînê bêyî ku cudahî bixe nava hemî pêkhateyan deriyên xwe vedikir. Li Efrînê ji sedî 90 kurd hebûn lê belê niha bi îşkence, zext, revandin, girtin û kuştinê bi deh hezaran kurd ji wir derxistin. Kurdên li wir mane jî tên îşkencekirin. Hemî kurdên li Efrînê xwe li ser ramanek azad dabûn perwerdekirin. Li dijî vê ramana azad dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an êrişeke mezin bir ser Efrînê û welatiyan bi berxwedana xwe bersiv dan vê êrişê."
 
'Bi 72 balafiran Efrîn hat bombebarankirin'
 
Hêvînê da zanîn welatiyên Efrînê di şer de vîneke xurt nîşanî dewleta tirk û komên girêdayî wê da û wiha got:" Bajarê Efrînê bi awayekî hovane hat bomberankirin. Dewletên navneteweyî li dijî vê yekê bêdeng ma. Lê bi saya vîn û îradeya xurt a welatiyên Efrînê berxwedanek lehengî li ser wê nexşeya biçûk hat kirin. Dewleta tirk bi gelek rêbaz û şêweyên hov êrişî welatiyên li bajarê Efrînê kir lê li hemberî vê yekê rojane israra me ya ji bo têkbirina hovîtiya dewleta tirk mezintir dibû."
 
'Darên Zeytûnê bi keda dayik, bav û zarokên Efrînê hatine çandin'
 
Hêvînê da zanîn zeytûnên bi keda dayikan hatibûn çandin, hatin birîn û şewitandin û wiha lê zêde kir:"Di destpêka ku êrîş bi ser Efrînê de hat dewleta tirk şûnwar û tevahî çavkaniyên aborî kir hedefa xwe. Di heman demê de darên zeytûnê yên ku bi ked û xwêdana dayik, bav û kalên Efrînê hatine çandin, hatin birîn. Niha em dibînin ku rojane ew dar tên birîn û şewtandin. Ev yek jî dikare wekî sedema armanca tunekirina dîroka Efrînê bê pênasekirin. Dixwazin nasnameya kurdên li Efrînê ji holê rakin."
 
Li dijî êriş û dorpêçê berxwedana xwe dewam dikin
 
Hêvînê di axaftina xwe de da diyarkirin ku tevahî welatiyên Efrînê yên di hundir Efrîn û derveyî wê dijîn bi kiryarên hov a dewleta tirk tên rû hev û got:"Ev bû 6 sal in Efrîn hatiye dagirkirin. Piranî welatiyên Efrînê ji ber êrîşan ji Efrînê bi darê zorê derketin û koçî herêmên Şehbayê bûn lê dîsa jî Efrînî li her derekê bi hovîtiya dewleta tirk tên rû hev. Îro li Efrînê destdirêjî li ser jin û zarokan tê kirin. Her wiha kuştin, revandin, talan û wêraniya derheqê mirov û xwezayê de dewam dike. Lê dîsa jî welatiyên Efrînî yên bi darê zorê ji welatê xwe koçî Şehbayê bûne ev 6 sal in li hemberî êrîşên dewleta tirk û dorpêça Hikumeta Şamê berxwedana xwe didin dewamkirin. "
 
'Efrîn di hiş, mejî û dilê me de dijî'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê da eşkerekirin ku ew ê tevî hemî zor û zehmetiyan berxwedana xwe mezintir bikin û li hemberî siyaseta dewleta tirk û Hikumeta Şamê teslîmkariyê nepejirînin û got:"Tevî dorpêça giran a Hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Şehbayê dîsa jî welatiyên Efrînê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ew tevî hemî alozî û astengiyan hebûna xwe didin îsbatkirin û helwesta me wê her berxwedan be."