18 sal in ji bo bavê xwe li Qada Galasarayê ye…

  • 09:04 21 Çile 2024
  • Rojane
 
Marta Somek 
 
STENBOL - Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê Emîne Erbek 18 sale ji bo bavê xwe ku 1996’an de li Basayê hat qetilkirin li Qada Galtasarayê rûdine. Emîne wiha dibêje: “Li her derê qetilkirin, mirin, windakirin. Êdî bes e. Bavê min hat kuştin. Şewitandin. Ez naxwazim bavê kesî bê şewitandin û qetilkirin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê li Galatasarayê bim. Ez ê li aqûbeta bavê xwe bigerim, edaletê bixwazim.”
 
Jinên kurd di 1996’an de li ser hewcedariya şert û mercên şerê demî afirandibû Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayikan li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo aştî bê avakirin hewl dan, têkoşîn meşandin. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirin têkoşîna wan bê navber didome.
 
Dayikên Şemiyê di vê têkoşîna bi israr de cih girtin, 29 sal berê ji bo lêgerîna edaletê li Qada Galatasarayê dest bi rûniştinê kirin. Ji çalakiya ewil heta niha tevî hemû zextan dest ji daxwaza xwe têkoşîna xwe bernedan.
 
Li hestiyên xizmên xwe digerin
 
Dayikên Şemiyê seranserê çalakiya de ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û tundî lê hatin kirin. Lê tevî vê dest ji têkoşîna xwe bernedan. Dayik têkoşîna xwe bi biryar dimeşînin.
 
Ji Şirnexê heta Stenbolê têkoşîn
 
Emîne Erbek dema biçûk bû bavê wê û apê wê hatin qetilkirin û şewitandin. Bavê Emîneyê Ahmet Kaya û apê wê Halît Kaya 28 sal berê li Basa a Şirnexê hatin binçavkirin û di mînîbusekê de bi 11 kesî re hatin şewitandin û qetilkirin. Emîne ji bo gumanbar bên darizandin bi salan li Qada Galatasayê di çalakiyê de ye. 
 
Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê Emîne Erbek der barê têkoşîna dimeşîn de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Cenazeya bavê wê nedanê
 
Emîneyê diyar kir ku wek dayika Aştiyê û Şemiyê li Qada Galatasarayê rûdine û got: “28 sal in li vê qadê ji bo bavê xwe rûdinim. Ji bo edaletê rûdinim lê edalet tuneye. Bila kes neyê qetilkirin. Gelo wê hîna çiqas kes bimirin? Em wekheviyê dixwazin. Ew dibêjin mirin. Êdî bes e. Qetilkirin ne çareseriye. Em aştî û edeletê dixwazin. Cenazeya bavê bi ya apê min re ya 6 kesî 4-5 rojan li erdê mabû. Cerdevanan înfaz kiribûn, gotin PKK’ê kiriye. Agirbest hat îlan kirin. Cenaze jî nedan.”
 
6 cenazeyên şewitandî kiribûn çewalê
 
Emîneyê da zanîn ku 10 salan ji bo cenazeyan serlêdan kir û wiha dirêjî daye: “Di 2006’an de me cenaze derxistin. 10 sal şûnde gotin bêdeng defin bikin. Cenaze di çewalan de bûn. Me bi destê xwe derxist, me kefen dirûtin. Me li Basa cenaze dîtin. Ji ber kurd bûn îşkence li wan hat kirin. Çima edalet nayê? Di vê dewletê de ji her kesî re edalet heye, çima ji kurdan re tuneye. Li her derê qetilkirin, mirin windakirin heye. Gelo wê heta ku derê bidome. Ev êşa me jiyaye bila kes nejî. Her cara roportajê didim têm binçavkirin. 9’ê Çile de rûniştina min hebû. Ez bang li dikim ku bila ev îşkenceyên li kurdan bidawî bin.”
 
18 sale li Galatasarayê rûdine
 
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li edaletê digerin. Aştî û edalet zehmete. Ji ber aştî û edalet nayê axaftin. Em havîn zivistan li Galatasarayê rûdinin. Dema biçûk bûm bi hêviya ku bavê xwe bibinim diçûm Galatasarayê. Me pir êş kişandin. Bila neyê serê kesî. Mirin ne çareseriye. Bila çareserî, aştî û yekitî pêk bê. Em dest ij têkoşîna xwe bernadin.  Heta dawiya jiyan axwe ez ê aqûbeta bavê xwe bipirsim. Ez ê edaletê bixwazim.”