ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN

  • 09:00 21 Çile 2024
  • Rojev
ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
 
*Çapemeniya alîgir dest ji hedefgirtina têkoşîna jinê bernade. Vê carê sempozyuma "Di krîza kapîtalîzma patrîarkal de tecrubeyên têkoşîna femînîst enternasyonel" hedef girt û li dijî têkoşîna tê dayîn bê çaretiya xwe bi nûçeya nîşan da. MEDYA KRÎTÎK
 
* Endama PYD'ê a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd têkildarî salvegera 6'emîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser bajarê Efrînê diyar kir ku bêdengiya dewletên navneteweyî nayê qebûlkirin, ev yek tê maneya hevkariya bi dewleta tirk re û wiha got:"Êrişên li ser Efrînê êrişên li dijî jiyaneke hevpar a azad bû. Lê belê tevî dorpêça giran a Hikumeta Şamê û êrîşên dewleta tirk ên li ser kantona Şehbayê dîsa jî welatiyên Efrînê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Ew tevî hemî alozî û astengiyan hebûna xwe didin îsbatkirin û helwesta me wê her berxwedan be." BI DÎMEN 
 
*Hevberdevka Komîsyona Karê Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol da zanîn ku li 90 navendî pêşhilbijartin pêk anîne û gel dersek mezin a demokrasiyê daye û wiha domand: “Ji bo pirsa ‘Hûn dixwazin çawa bên birêveberin’ fikra lihevkirina bajar derket. Lihevkirina bajar wê di zemîna ku gel xwe têde dibîne, têde edalet pêkane û ji nîjadpestî, zayendperestiyê dûr be.” BI DÎMEN
 
*Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê Emîne Erbek 18 sale ji bo bavê xwe ku 1996’an de li Basayê hat qetilkirin li Qada Galtasarayê rûdine. Emîne wiha dibêje: “Li her derê qetilkirin, mirin, windakirin. Êdî bes e. Bavê min hat kuştin. Şewitandin. Ez naxwazim bavê kesî bê şewitandin û qetilkirin. Heta dawiya jiyana xwe ez ê li Galatasarayê bim. Ez ê li aqûbeta bavê xwe bigerim, edaletê bixwazim.” BI DÎMEN  
 
* Bi sedan welatiyên Efrînê li kantona Şehbayê ji bo salvegera 6'emîn a destpêkirina êrîşên li ser Efrînê daketin qadan. Jinên daketin qadan gotin heya vegera Efrînê wê berxwedana wan bidome.  BI DÎMEN  
 
* Li Wanê Nobeta Edaletê ku hatiye destpêkirin berdewam dike. (12.00-17.00)