Jin ji bo Firyal Silêman daketin qadan

  • 19:47 20 Çile 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan û saziyên sivîl yên Kobanê, Dêrazor, Reqa û Dirbesiyê qetilkirina Firyal Silêman şermezar kirin û gotin: “Em ê hesab ji kujerên Firyal Silêman bipirsin.”
 
Di 18’ê Çile de li Kerkukê Zelal Zagros (Firyal Silêman)  di encama suîkastekê de hat qetiklirin. Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya li kantona Dêrazorê bi beşdariya dehan jinan, nûnerên meclisên herêmî di saziyên sivîl ên li rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek da.
 
Kombûnê qetilkirina Firyalê  weke parçeyek ji sûcên li dijî jinan pêk tê nirxandin. Kombûnê dijberiya hin aliyên hewl didin doza rizgarkirina jinan têk bibin, şermezar kir û got ew ê rêça wan bişopînin û mîrateyên wan biparêzin.
 
Hevbendiya NADA’yê bi wesîleya 6’emîn salvegera êrîşên  Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de di ser dagirkirina Efrînê ji Tirkiyeyê  ve 6 sal derbas bûn û êdî Efrînê bûye qada şanoya sûcên dewleta Tirk.Her wiha di daxuyaniyê de qetilkirina Firyal Silêman jî hat şermezarkirin.
 
Kobanê 
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firaêt bi daxuyaniyekê qetilkirina Firyal Silêman şermezar kir. Endama meclisa Darya Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin Desthilata AKP-MHPˊê êdî li ser cîhanê bela ye, li dijî gelê Kurd komkujî û siyasetên qirkirinê dimeşîne, ji 2013’an û heta niha ve sûcên qirkirinê li dijî jinên siyasetmedar û şoreşger dewam dike.
 
Dirbêsiyê
 
Li Dirbêsiyê Kongra Star jî qetilkirina Zelal Zargros bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de têkoşîna  Zelalê di oxira welat û gelê xwe de ku azadiya xwe û jinê bi dest bixin bi bîr xist.
 
Kongra Star bang kir ku sûcdarên van komkujiyan aşkera bikin û ceza bikin û soza da ku ew ê têkoşîna xwe li rêça wan dewam bikin û tola wan hilînin.
 
Reqa
 
Têkildarî mijarê, jinên kantona Reqayê li Qada Jina Azad a Reqayê hemwextî salvegar 6ˊan a destpêkirina êrişên li dijî Efrînê û şermezarkirina qetilkirina Zelal Zargorz çalakiyeke protestoyî li dar xist.
 
Di çalakiyê de endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya ya Reqayê Buseyne El Ebdo axivî û  diyar kir ku Tirkiye hewl dide şoreş ajinê û projeya demokratîk têk bibe .Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku  qetilkirina Firyal Silêman Xalid ku sembola azadî, berxwedanê û meşaleya ronîkirina rêyên gelan bû, sûcekî derexlaqî û dermirovî ye.