Dengdayîna li Yenîşehîr, Pirsûs û Hewegê bidawî bû

  • 18:29 20 Çile 2024
  • Ramyarî
 
 
AMED - Li navçeya Yenîşehîrê dengdayîna di pêşhilbijartinê de bi dawî bû, sindoq hatin girtin.  Li navçeyên Pirsûs û Hewegê jî hilbijartin man tura duyemîn.
 
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê dengdayîna di pêşhilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, bi dawî bû û sindoq hatin girtin. Di hilbijartinê de parlementerên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ayşen Kordû wekî çavdêr cih girtin. Di hilbijartinê de delegeyan ji bo 4 jê jin 14 bernamzetan deng dan. Piştî dengdanê dest bi hejmartina dengan hat kirin.
 
Pirsûs
 
DEM Partiyê  li Pirsûs a Rihayê jî ji bo namzetan diyar bike pêşhilbijartin pêk anî. Hilbijartin li avahiya Partiyê li salona Şahîn Bînîcî pêk anîn. Di 5 sindoqan de 619 delegeyî deng bikaranîn. Ji ber ji sedî 50’yî zêdetir deng nehat girtin ma tura duyemîn.
 
Ji bo Ayten Kaya, Cemîle Şahîn û Muslum Baran û Abdulkadîr Ercan wê dîsa sindoq bê avakirin. 
 
Heweg
 
Li Heweg a Rihayê jî ji bo namzet bên diyarkirin pêşhilbiajrtin li avahiya partiya navçeyê pêk hat û du jê jin 8 namzet ketin hilbijartinê. 333 delegeyî deng bikaranîn. Ji namzetên jin Aygul Kapikayali 195 deng girt. Ji mêran Îsmaîl Yildiz 134, Yaşar Koarkmaz jî 97 deng girt. Ji ber vê hilbijartin ma tura duyemîn. 
 
Ji bo Îsmaîl Yildiz û Yaşar Korkmaz wê sibê dîsa hilbijartin pêk bê.