Nobeda Edaletê ya li Stenbolê: Bi têkoşînê dê tecrîd têk biçe

  • 17:10 20 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Stenbolê bi serdanan di roja 39'an de didome. Di çalakiya îro de hat diyar kirin ku tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û divê li dijî vê têkoşîneke hevpar bêdayîn. 
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
 
Li Stenbolê Nobeda Edaletê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) a Stenbolê tê lidarxistin. Çalakî li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Sancaktepê pêk tê. Li salona nobedê pankartên bi kurdî û tirkî “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Di nobedê de dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hain berzkirin. 
 
Îro Rêxistina DBP, GOÇÎZDER, ANYAKAY-DER) û Rêxistina DEM Partî ya Maltepe û Ûmraniye serdana çalakiyê kirin. 
 
Hevserokê Navçeya Ûmraniyê yê DEM Partiyê Halîs Yakut di çalakiyê de axivî û diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê ne tenê li ser Abdullah Ocalan, li ser tevahiya Gelê Kurd tê meşandin. Halîs da zanîn ku bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê re civaka Tirkiyeyê xizan bûye û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tevahiya civakê belav bûye. Em li derve di bin tecrîd û zextê de ne. Tevî hemû polîtîkayên tecrîdê gelê me xwedî bawerî û îradeyeke mezin e. Ji dîrokê heta niha li Kurdistanê kevokên spî weke sembola aştiyê di nava şeran de hatine avêtin û îro jî dayik bûne sembola aştiyê. Ez ji ber helwesta wan hemû dayikan pîroz dikim û dixwazim diyar bikim ku em her tim li cem wan in."
 
Çalakiya îro bi stranan hat bi dawîkirin.