Li Edene û Mêrsînê 48 roj in nobed didome

  • 16:58 20 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edene û Mêrsînê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 48'an de didome û di çalakiya her du bajaran de hat diyar kirin ku li dijî polîtîkayên tecrîdê divê têkoşîn bê mezinkirin.
 
Edene
 
Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) ve hatî destpêkirin di roja 48'an de didome. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajêr û navçeyan serdana çalakiyê kirin. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Turkan Şîmşek di çalakiyê de axivî û diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî çalakî li dar dixin û got: "Li dijî polîtîkayên tecrîdê divê têkoşîn bê mezin kirin û Abdullah Ocalan azad bibe." 
 
Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" haz berzkirin. 
 
Mêrsîn
 
Li Mêrsînê jî çalakî bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) ve pêk te û çalakî 48 roj in didome. Çalakiya ku li avahiya komeleyê berdewam dike bi serdanan didome.
 
Îro Endamên Dayikên Aştiyê û rêveberên Komeleyê serdana çalakiyê kirin û her wiha denbêjên bajêr jî ji bo piştevaniyê klamên xwe gotin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” bilind bû. 
 
Her wiha rêveberên DAD'ê yên Mêrsînê Hulya Ayhan Keskîn û Guler Cirlaz serdana nobedê kir û gotin, divê demildest aştî bê vî welatî û tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê bidawîkirin.
 
Meryem Erbey jî da zanîn ku ji bo cenazeyên leşker û gerilayan neyê divê tecrîd têk biçe û banga yekitiyê li gel kir.