Ji nobeda Wanê peyama 'Li dijî tecrîdê yekitî divê'

  • 16:48 20 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Aktîvîstên TJA'yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana Nobeda Edaletê ya li Wanê kirin û diyar kirin ku li dijî tecrîdê divê yekitî pêk bê. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Wanê û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin di roja 47'an de didome. Çalakiya ku li avahiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a bajêr berdewam dike bi serdanan didome. 
 
Îro aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatî serdana çalakiyê kirin û peyama mezinkirina çalakiyê dan. 
 
Di çalakiya îro de Fatma Balkan axivî û diyar kir ku bi saya berxwedêran heta wan rojan hatine û got: "Dê bi yekitiyê tecrîdê têk bibin."