Nobeta li Amedê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome

  • 16:44 20 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê çalakiya Nobeda Edaletê di bin dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" 47 roj in didome. 
 
Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna pengava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, grevên birçîbûne hatin destpêkirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" pêk hatin. 
 
Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) a Amedê, li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê nobet hat destpêkirin û nobet 47 roj in didome. 
 
Dayikên ku pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin peyama domandina nobedê dan. Çalakî îro jî bi serdanan berdawam kir. 
 
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindana” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.