Bi hinceta 'Ewlehiyê' nehiştin beşdarî şîna dayika xwe bibe

  • 16:16 20 Çile 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Zeynep Erdem a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M ya Bayburtê girtî ye, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta “ewlehî pêk nayê” destûr neda ku beşdarî merasîma sersaxiyê ya dayika xwe ya Dêrikê ku duh jiyana xwe ji dest da, bibe.
 
Dayika Zeynep Erdem a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê girtî Zînê Erdem, duh danê sibê li Nexweşxaneya Îpekyolu ya ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema cenaze li goristana taxa Îndewl ya Dêrikê dihat definkirin, Zeynep jî ji rêveberiya girtîgehê xwest ku beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bibe. Lê belê danê êvarê rêveberiya girtîgehê daxwaza Zeynep a ji bo sersaxiyê bi hinceta "Em nikarin ewlehiyê pêk bînin" red kir.
 
Di sala 1978’an de li gundê Îndewî ê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di 16 saliya xwe de beşdarî xebatên siyasî bû. Di sala 2004’an de hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat. Zeynep a ku bi salan di girtîgehê de ma, piştî ku hat berdan xebatên xwe yên siyasî û civakî berdewam kir. Zeynep a ku di sala 2011'î de ji ber xebatên xwe yên siyasî careke din hat girtin, 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Zeynep a ku 13 sal in di girtîgehê de ye gelek nexweşiyên wê hene. Gelek caran hat sirgunkirin û bi salan jî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Bayburtê tê ragirtin.