TJA qetilkirina Firyalê şermezar kir

  • 15:49 20 Çile 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê qetilkirina Firyal Silêman Xalîd de TJA daxuyaniyek da û got: "Tu hêz nikare ku bi qetlîam û bi sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê qetilkirina Firyal Silêman Xalid de daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li tevahiya cîhanê, di her serdemên dîrokê de jinên siyasetmedar û aktîvîst bûne hedefa desthilatdariyên feraseta serdest a zilam. Kesên ku bûn sedema qetilkirina jinên wekî Rosa, Sakîne, Sêvê, Nagihan, Evîn Goyî û Denîz Poyraz car din li Kerkukê rûyên xwe nîşan dan. 
 
Fîryal Silêman Xalid, di 18'ê Çileya 2024'an de li ser rêya Kerkukê ji aliyê hêzên tarî yên girêdayî Dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Em hêzên ku dema Fîryal Silêman Xalid ji bajarê Hesekê ber bi Kerkukê ve dihat, li dijî wê sûîqast pêk anîn baş nas dikin. Ev cînayeteke siyasî ye. Em ê destûr nedin ku, qetilkirina jineke aktîvîst bi tenê nirxandinên wekî 'Lêpirsîn dest pê kir' bê berovajîkirin. 
 
Hêzên ku beriya niha li Rojava, li Rojhilat, li Bakur û li Ewropayê bûn sedema qetilkirina jinan, bi heman rengî qetlîama Fîryalê jî pêk anîn. Ronîkirina qetlîamê, aşkarekirin û cezakirina kujeran peywira Hikûmeta Federe ya Kurdistanê ye. Em wek jinên kurd bang dikin ku, divê demildest deriyên xaka Kurdistanê ji feraseta faşîst, dermirovî û li dijberî jiyana azad disekine re bê girtin. Di şexsê Fîryal Silêman Xalid de em tevî qetlîamên siyasî şermezar dikin! Em feraset û hevkariyên ku deriyên Kurdistanê ji qetlîaman re vedike şermezar dikin! 
 
Tu hêz nikare ku bi qetlîam û bi sûîqastan têkoşîna azadiya jinê têk bibe. Li dijberî desthilatdariyên feraseta serdest a zilam dê têkoşîna me bidome, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê ve em ê xaka Kurdistanê jî azad bikin. Em ê dawî li qetilkirina jinan bînin."