Halîse Aksoy: Ez li vir li berxwe didim

  • 14:05 12 Çile 2024
  • Hiqûq
AMED - Halise Aksoy a bi beyanên Umit Akbiyik hat girtin, nehat tehliyekirin. Ev biryar li eywanan dadgehê bi tilîlî û çepikan hat şermezarkirin. Haliseyê li eywana dadgehê got:"Min meraq nekin, ez li vir li berxwe didim."
 
Rûniştina duyem a Halise Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek ê HPG'yî bi kargoyê re jê hat şandin û bi beyanên îtirafkar Umit Akbiyik hat girtin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Haliseyê û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çiçek li eywanê amade bûn. 
 
Xizmê Haliseyê, DBP, Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Parlamenter Adalet Kaya û Ceylan Akça, Însiyatîfa Edalet û Rêzgirtinê ya Miriyan, OHD û gelek kes tevli rûniştinê bûn. 
 
Di rûniştinê de berê li şahidê eşkere Hatip Guney hat guhdarkirin. Hatip li vir got ew Haliseyê nas nake û li mala wê nemaye bêtir wê ji medyayê nas dike. 
 
Dozgeriyê di mutalaya da de dewamiya girtinê xwest. 
 
'Min bi neheqî li vir digirin'
 
Haliseyê piştre parastin kir û got:"Ez daxwaza dewamiya girtina xwe qebûl nakim. Min bi neheqî li vir digirin. Buxtana dixin hustê min. Ez tehliyeya xwe dixwazim."
 
'Delîlên şênber tune ne'
 
Necat Çiçek ê parastin kir da zanîn ew îştirakî mutalayê nakin û got delîlên şênber ên îtifafkaran tune ne. 
 
Zeynep Karayilan a piştre parastin kir got beyanên tên dayin biguman in. 
 
Dadgehê rûniştin taloqî 19'ê Nîsanê kir. 
 
Ev biryar li eywanan dadgehê bi tilîlî û çepikan hat şermezarkirin. Haliseyê li eywana dadgehê got:"Min meraq nekin, ez li vir li berxwe didim."
 
Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya da zanîn li holê dosyayek ji derewan hatiye çêkirin, heye û got Haliseyê dayika me hemûyan e ew ê li gel têkoşîna wê ya hiqûqê be. 
 
Piştî axaftinan girseyê dirûşmên "Zext nikare serî bi me bide tewandin","Jin jiyan azadî" berz kir.