Bêrîvan Gulşen Sîncar salvegera JINNEWS'ê pîroz kir

  • 13:54 25 Îlon 2024
  • Rojane
AMED - Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi munasebeta 7'emîn salvegera JINNEWS'ê peyamek şand. Di peyama xwe de ji xebatkarên JINNEWS’ê re  serkeftin xwest. 
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar bi munasebeta 7'emîn salvegera JINNEWS'ê peyamek şand. Bêrîvan da zanîn JINNEWS di warê jiyanek e azad û wekhev de xwedî nasnameya jinê û kedek e bêhempa ye.
 
'JINNEWS xwedî nasnameya jinê û kedek e bêhempa ye'
 
Bêrîvanê di dewamiyê de wiha got:"JINNEWS di warê jiyanek e azad û wekhev de xwedî nasnameya jinê û kedek e bêhempa ye. Di warê tekoşîna demokrasiyê, mafê jinan û tevahî mirovan de, xwedî vînek e şahaser e. Dengê jina ku hatibû qutkirin, îro ji nû ve halan dide xwe û di warê çapemeniya azad de, xwedî kedek e dîrokî ye. Bi van fikr û ramanan ez rojbûna JINNEWS’ê pîroz dikim, ji xebatkarên JINNEWS’ê re jî serkeftinê dixwazim."