Koalîsyona Jinan a Yemenê bertek nîşanî Hûsiyan da

  • 14:35 25 Îlon 2024
  • Cîhan
 
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Koalîsyona Jinan a Ji bo Aştiyê ya li Yemenê, bang li NY û saziyên navneteweyî kir ku li dijî binpêkirinên ji aliyê Hûsiyan ve tên kirin berpirsyariyên xwe bi cih bînin.
 
Koalîsyona Jinan a Ji bo Aştiyê ya Yemenê, li djî bûyerên ku li herêmên di bin kontrola Husiyan de di dema pîrozbahiyên Şoreşa 26’ê Îlonê de derketin û girtina bi kêfî û bi zorê windakirina kesan, bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtina kêfî ya mirovan û windakirina wan, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan e û wiha hat gotin: “Di heman demê de binpêkirina hemû nirxên mirovî, olî û qebîleyan e.”
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berpirsarên girtin û windakirina mirovan Hûsî ne û wiha hat gotin:
 
“Divê ewlehiya girtiyan hebe û bêyî ku şertê îtirazê hebe, serbest werin berdan. Divê Hûsî dest ji gefxwarina li ciwanên sivîl berdin, zilmê li wan nekin û ji wan dûr bisekinin. Perpirsyarên encamên van binpêkirinan Hûsî ne. Divê dest ji kiryarên li dijî hiqûqa navneteweyî, mafên mirovan, azadiya ramanê nêrînên dijberî fikr û ramanan berdin. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî divê li dijî van binpêkirinan berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo sivîlên li Yemenê ji Hûsiyan biparêzin, çareseriyên bi bandor bibînin.”